1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qamişlo teqîn
Li Qamişlo teqîn,li,qamişlo,teqîn

Li Qamişlo teqîn

A+ A-

QAMIŞLO- Li Çerxerêya  Xelîc a taxa Kornêş a bajarê Qamişo teqînekê rû da.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji bajarê Qamişlo ragihandine, îro saet di 08.35’an bi motoskilêtekî bombebarkirî teqînek pêk hat.

Nûçegihanan diyar kirin ku teqîn li Çerxeriya Xelîc a taxa Kornêş di dema ku dewriya Hêzên Asayîşê di wê deverê re derbas dibû, pêk hatiye.

Di encama teqînê de 2 endamên Hêzên Asayîşê sivik birîndar bûn û ziyanên madî li dikanên welatiyan ên nêzî cihê teqînê çêbûn. Ji bo dermankirinê herdu endamên Asayîşê veguhestin nexweşxaneyê.

Derbar bûyerê de Hêzên Asayîşê dest bi lêpirsînê kirin.

(xê)

ANHA


Bêjeyên Miftehî