1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qendîlê hevdîtina krîtîk
Li Qendîlê hevdîtina krîtîk,li,qendîlê,hevdîtina,krîtîk

Li Qendîlê hevdîtina krîtîk

A+ A-

Ji Yekgirtina ji aliyê 9 partiyên li Sûriyeyê ve hatî avakirin, şandek li Qendîlê bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re hevdîtin pêk anî.

Di pêvajoyek ku xwepêşandanên ji 15’ê adarê û vir ve li Sûriyeyê dest pê kirine, didomin de, li herêmên di bin çavdêriyên gêrîlayan de civînek krîtîk hat lidarxistin. Ji 13 partiyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê 9 partiyan yekgirtinek bi navê “Meclîsa Siyasî” avakirin. Van 9 partiyan, ji bo bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re hevdîtin pêk bînin, şandek şandin Qendîlê.

Şanda ji Berdevkê Partiya Çepgir a Kurd Şelal Gedo, Berdevkê Teyyar El Mustakbel-Kurdên Sûriye Mihemed Hemo û Berdevkê El Partî Behcet Beşîr, pêk dihat, roja 21’ê Nîsanê hevdîtinek bi Karayilan re pêk anîn.

Hat diyarkirin ku hevdîtin li ser daxwaza Yekgirtinê pêk hat. Di civînê de pêşketinên li Rojhilatanavîn, Sûriye û bi taybet rewşa Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Li gor çavkaniyekê, hat diyarkirin ku divê Kurdên li Sûriyeyê bi awayek koordîne bi hev re tevbigerin.

Karayilan di civînê de ragihand ku divê daxwazên çandî û siyasî yên gelê Kurd di çarçoveya zagonan de bêne mîsogerkirin û bal kişand ku divê partiyên Kurd bi hev re tevbigerin. Karayilan bang li partiyên Kurd kir ku dest ji lihevnekirinên berê berdin û bi hev re tevbigerin.

Hat diyarkirin ku wê şand bi mezintirîn partiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê PYD’ê re jî hevdîtinek pêk bîne.

ANF NEWS AGENCY