1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qileban û gundên wê 215 kes bûn cerdevan
Li Qileban û gundên wê 215 kes bûn cerdevan,li,qileban,û,gundên,wê,215,kes,bûn,cerdevan

Li Qileban û gundên wê 215 kes bûn cerdevan

Li 14 gund û 2 bajarokên navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji 215 kesan re kadroyên cerdevaniyê hatin dayîn

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li 14 gund û 2 bajarokên navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji 215 kesan re kadroyên cerdevaniyê hatin dayîn.

Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin kirin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk û aştiye di civakê de heviyek çêbû. Hikûmeta AKP'ê li aliyekî ji bo çareseriyê bang li PKK'ê dike ku dest ji çekan berde li aliyê din li xeta sînor li nokteyên stratejîk di bi navê kadrobûnê de welatiyan dikin kadroyên cerdevaniyê. Derket holê ku bi taybet li gund, naveç û bajarên sînor ji welatiyan re kadroyên cerdevaniyê vekirin û çekan ji welatiyan re belav dikin. Li bajarokên Sêgirkê û Dêra Hînê û gundên Mergeh, Yekmal, Andaç, Elemun, Gelamus, Şîfrezan, Aluş, Roboskî û Bêcuh jî di nav de 14 gundên naçveya Qilebanê ya Şirnexê bi gitşî 215 kes kirin cerdevan.

'Ev hewildan bêsamîmiyeta hikûmetê nîşan dide'

Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'ê Îrfan Enc, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji mexduriyeta mirovan îstîfa de digire û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê kurd bi taybet gundê Roboskî û Qilebanê hewildanên welatiyan bike cerdevan dike. Hikûmeta mirovan li gorî mexduriyetê wan bikartîne. Bi taybet kadroyên cerdevaniyê yên dan gelê Roboskiyê bêsamîmiyeta hikûmetê ya li hemberî kurd e. Heke hikûmeta AKP'ê bixwaze alîkariyê bide gel rêbazên din jî hene. Ji xwe cerdevanên herêma me bi salane dernakevin operasyonan û tiştekî din jî nakin. Ligel vê yekê hikûmet kadoryên cerdevaniyê dide gelê herêmê û li ber çavê dinê wan biçûk dixe. Gelê me mexdur e lê wisa alîkarî nayê kirin. Ji gelê me re zextên cerdevaniyê pêk tînin. Ji gel re tu qadên din ên xebatê nahêlin û ji cerdevaniyê re zextan dikin. Ev yek jî şerme hikûmeta AKP'ê ye. Heke bixwaze dikare ji vî gelî re fabrîqeyekê ava bike û qada xebatê pêk bîne. Lê li şuna vê yekê dest bi xebatên dê çawa vî gelî biçûk bixîne dike."

(bd/mae)