Li Qilebanê Komkujî!..
Li Roboskiyê gihiştin 35 cenazeyan
Piştî Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK) li Enqereyê kom bû, balafirên şer gundiyên gundê Qilabanê bombebaran kirin. Di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku heta niha gihiştine 35 cenazeyan û navê kesan aşker bûn.
GIHIŞTIN 35 CENAZEYAN
Balafirên artêşa şevê din li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnex, gundiyên herêmê bombebaran kirin. Di encama komkujiyê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku heta niha gihiştine 35 cenazeyan Roboskiyê. Her ku diçe jimara miriyan zêdetir dibe û cenaze perçe perçe bûne.
Guman heye ku jimara kesên ku di Komkujiya Roboskiyê ya navçeya Qilaban a Şirnexê, ya ji aliyê artêşa tirk pêk hat de jiyana xwe ji dest dan zêde bibin. Tê diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokên 15-16 salî jî hene.,
4 balafiren şer ên F-16 saet di 21.20'an de nîvê şevê gundê Roboskî û Bêcuhê yê navçeya Qilabana Şirnexê bombebaran kirin. Di bomberana balafirên şer de heta niha 35 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, Hate diyarkirin ku nêzî 50 welatiyên qaçaxvanî dikir, dema di saetên şevê de di ser sînorê Herêma Kurdistanê re vedigeriyan gund ji aliyê 4 balafirên şer ên F-16 ve hatin bombekirin. Di bombebaranê de herî kem 35 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyan diyar kir ku gumana hêjmara miriyan zêde bibe jî heye.
Welatiyê ku ji bûyerê rizgar bû Servet Encu, reviya gund û agahî da gundiyan. Encu diyar kir ku dema ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan li ser sînor ji aliyê balafirên şer ve rastî bobmebaranê hatin. Encu, anî ziman ku piştî bombardimanê bêhnek balkêş hatin û gumana wan a çekên kimyewî bi kar anî heye. Encu, destnîşan kir ku 5-6 kesên bi saxî rizgar bûn, xwe dinava tatan de veşartin. Encu, da zanîn ku hemû qaçakvanên ku jiyana xwe ji dest dan tev di nava zinaran de winda bûn.
'GÛMANA KU BOMBEYA NAPALMÊ BI KAR ANÎBE ZÊDE YE'
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Sondak anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dane, ji bo bazirganiyê û debara xwe bikin li ser sînor arvan, qut û alavên bazirganiyê dibin û tînin û dema ji Herêma Kurdistanê vegeriyan malê rastî êrîşê hatin. Sondak, anî ziman ku li gel endamen Meclîsa Şaredariyê çûn herêmê û hewl didin xwe bigînin hemû cenazeyan. Sondak, destnîşan kir ku hemû cenaze şewitîne û gumana ku çekêm kimyewî û bombeyên napalmê bikar anîbin zêde ye û wiha got: "Gelek cenaze di nava tatan de mane û perçe bûne. Em niha xwe digînin cenaze û birindaran. Ji ber herî û kevirên mezin em bi zahmeti dev digerin. Leşkerên ku hatin cihê bûyerê wekîe ku tiştek nebûbe tev geriyan û alîkarî nedan me. Welatî, bi derfetên xwe birindar û cenazeyan radikin."
NAVÊN 19 KESAN AŞKERE BÛN
Hate zanîn ku heta niha navê 19 kesên di komkujiyê d ejiyan axwe ji dest dan aşkere bûn; Özcan Uysal, Nevzat Encü, Salih Encü, Ferhat Encü, Şervan Encü, Osman Kaplan, M. Ali Tosun, Nadir Almak, Yüksel Ürek, Salih Ürek, , Adem And, Hamza Encü, Cemal Encü, Sivan Encü, Bedran Encü, Hüseyin Encü, Selam Encü, Aslan Encü, Celal Encü
ÇAPEMENIYA TIRK BÊ DENG E
Her çendî 8 demjimêr bi ser Komkujiya li gundê Roboskî ya Qilabanê re der bas bû jî, lê hîna jî çapemenî û rayedarên Tirk tu agahî an jî daxuyanî nedane.
Roj Tv bi weşana zindî Komkujiya li Qilabanê qewimî, ji temeşavanên xwe re radigihîne.
ANF NEWS AGENCY
