1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qoserê girtin ser kon
Li Qoserê girtin ser kon,li,qoserê,girtin,ser,kon

Li Qoserê girtin ser kon

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - "Konê Çareseriya Demokratîk" ku ji aliye Platforma Çareseriya Demokratîk ve li Qoserê hatibû avakirin, ji aliyê polîsên çewîk û rûpoş ve saet di 04.00'an de rastî serdegirtinê hat. Polîsan bi jop, kontaxa çekan li welatiyan dan û 25 kes bi lêdanê binçav kirin.

Nêzî 300 polîsên TEM'ê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan ên bi rûpoş, saet di 04.00'an de bi ser "Konê Çareseriya Demokratîk" ku ji aliye Platforma Çareseriya Demokratîk ve li Qada Azadiyê ya Qoserê hatibû vedan de girtin û 25 kes bi lêdanê binçavkirin. Wekîla Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp, ku rastî neheqiyê hat, diyar kir ku ligel Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Omer Turgay 25 kes bi lêdan û neheqiyan hatin binçavkirin. Polîsan, di serdegirtinê de gelek malzemeyên li kon desteser kir û bi fermana dadgehê kon hilweşand. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qoserê. Piştî ku rêveberên BDP'ê çûn cihê bûyerê, li cihê kon dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Wekîla Şaredar, Şerîfe Alp, anî ziman polîsên bi rûpoş bi ser kon de girtin û bi jop, kalas û qontaxên çekan li wan dan. Alp, da zanîn ku guh nedan Şaredar û Serokê rêxistinê û ketober ketin nava kesên li kon razabûn. Alp, da zanîn ku li her kesî dan û kirin binçavan û wiha got: "Her kes binçavkirin. Tenê ez û çend zarok hiştin. Hemû amûrên li kon desteser kirin. Feraseta wan ne rakirina kon bû. Armanca wan lêdan û neheqiya li van kesan bû. Em dixwazin hemû gelê me li kon xwedî derkeve. Dê li vir çalakiya me ya rûniştinê bidome.

Li aliyêdin polîsan li derdorê tedbîrên fireh girtin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî