Li Roboskiyê heke Şivan tunebe, Nevzat tunebe...
MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK Serokê Komîsyona Jêrîn a Qilebanê ya girêdayî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Ayhan Sefer Ustun hêj kiryarên Komkujiya Roboskiyê peyda nekirin ji mexdurên komkujiyê re mizgîniya "Lîseya Qilebanê" da û ev yek bû sedema bertekan. Ji mexdurên komkujiyê Bişeng Encu (18), diyar kir ku berî YGS'ê piştgiriya psîkolojîk nedan wan û wiha got: "Dest ji çêkirina lîseyê berde tu gund bikî bajar bê fêde ye. Heke li wir Şivan Encu nebe, Nevzat Encu nebe, heke bê gotin 'ew mirin navê wan ji lîseyê hate jêbirin', em dê çi bi lîseyê bikin."
Têkildarî komkujiya 28'ê kanûna 2011'an a li gundê Roboskiyê yê navça Qilebanê ya Şirnexê ku 34 welatiyên di bomebarana balafirên şer ên Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan heta niha tu pêşketin pêk nehatin. Xwendekarên lîseyê yên Roboskiyê bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Komîsyona Jêrîn a Qilebanê ya girêdayî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Ayhan Sefer Ustun a "Dê li Qilebanê lîse bê vekirin" dan.
'Ew ji bo 40 TL xerca ezmûnê û 10 TL pereyê rê mirin'
Xwendekarê Lîseyê yê sala dawî Bişeng Encu (18) yê ku di komkujiyê de birayê xwe û hevalê xwe yê polê winda kir diyar kir ku ew li benda agahiya kiryar ji aliyê komîsyonê ve bên dîtin "mizgîniya" lîseyê didin û ev yekê bi tund rexne kir. Encu, anî ziman ku di komkujiyê de 10 hevalên xwe yên lîseyê winda kirin û wiha got: "Ez û Nevzat Encu di heman polê de bûn. Em dê çûban YGS'ê. Pismamê min wê şevê ji bo 50 TL. çu. 40 TL ji bo harc û 10 TL. ji bo heqê rê. Ji me re mizgîniyên nû didin. Dê ji me re lîseyekê çêbikin. Em li benda du ji me re kiryaran aşkera bikî, tu ji me re behsa lîseyê dikî. Lîseya li wir kêrî çi dê bê. 3 hevalên min yên polê bi giştî 10 hevalên min hatin qetilkirin. Lîseya li wir dê kêrî çi bê."
'Em dê lîseya bêyî Şivan û Nevzat Encu çi bikin?
Encu, da zanîn ku ji ber travmaya girtin gelek xwendekarên gund di ezmûna YGS'ê de sernekeftin. Encu, bilêv kir ku bi giştî 52 xwendekar tevlî ezmûnê bûn. Encu, destnîşan kir ku ji ber bûyerê hewcehiya piştgiriya psîkolojîk heye û wiha axivî: "Li gel em hemû vê êşê dijîn, em dê çawa ezmûnê qezenc bikin? Li dibistana me tenê 10 xwendekarên benda YGS'ê derbas kirin hene. Ez jî di nav de 42 xwendekaran benda ezmûnê derbas nekirin. Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî hate niha ji me re tu tişt nekirin. Di vê mijarê de tu mamosteyên me ji me re nebûn alîkar. Midûrê Perwerdehiya Neteweyî dikarî piştgiriya psîkolojîk bide me. Ez di nava depresyoneke ewqas mezin da me êdî edî ez naxwazim biçim dibistanê. Hincaran ez ji xwe re dibêjin; piştî wan tu çima dijî? Her tim tiştên min û birayê xwe Nevzat ên li dibistanê jiyîn tên bira min. Pismamê min hate bîran min ez gelek giriyam. 116 rojin êşa serê min derbas nebû. Ji ber stres û êşa di serê min de pêktê ez çûm doktor. Lê ez beralî psîkolog kirim. Êdî ez derdikevim kolanê, berê xwe didim derdorê lê ez bira û pismamê xwe nabînim. Heke dê soza lîseyê ji me re bidin bila ji xwendekarên lîseyê re bi pirsin. Dest ji lîseyê berdin, tu gund bike bajar bê fêde ye. Heke li wir Şivan Encu tunebe Nevzat Encu tunebe, heke bê gotin 'ew mirin navê wan ji lîseyê hate jêbirin', em dê çi jî lîseyê bikin"
'Serokwezîr Erdogan tu hewldan nekir'
Encu, diyar kir ku piştî tiştên wan jiyîn anîn ziman Serokwezîr Tayyîp Erdogan piştî bûyerê tu hewildan nekirin. Encu, da zanîn ku ew li bendê bûn lêborînek ji wan bê xwestin û wiha pê de çû: "Rastî jî ruyê we tuneye. Di hemû bûyeran de dikarî biaxivî, xwe biparîzî, zimaneke te yê wisa jî heye. Lê di vê mijarê de ruyeke te yê wisa derew heye tu kes ji te bawer nake. Tu çawa hêj serokwezîriyê dikî? Tu çawa derdikevî pêşberî mirovan? Ez nizanim bi kîjan rû. Tu dibêjî 'ez misliman im' Na tu misliman nîn e. Heke tu misliman biya dema ku te cenazeyê 34 welatiyan ên hatin perçekirin dîtin te dê îstîfa kiriba."
(bd/mae)
