Li Roboskiyê ne kujer mexdûr tên girtin
A+
A-
Xizmê Selam Encuyê ku di komkujiya Roboskiyê de jiyaana xwe jidest dayî Cabbar Yilmaz bi hinceta ku wî jî êrîşî Qeymeqamê Qilabanê Naîf Yilmaz kiriye hat girtin.
Tevî ku 111 roj ji ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûye jî hê tu gav nehatine avêtin. Li şûna ku kujerên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dane bên girtin û darizandin xizmên kesên hatine qetilkirin tên girtin. Xizmê Selam Encuyê di komkujiyê de jiyana xwe jidest dayî Cabbar Yilmaz bi îdîaya ku dema Qeymeqamê Qilabanê Naîf Yilmaz hatiye gund wî jî li Yilmaz xistiye hat girtin. Yilmaz piştî hat binçavkirin sewqî dadgeha nobedar kirin û bi îdîaya ku wî jî li Yilmaz xwestiye girtin û rêkirin girtîgehê.
(ak)
Bêjeyên Miftehî li,roboskiyê,ne,kujer,mexdûr,tên,girtin
