1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Roboskî huqûq ji xwe şerm kir
Li Roboskî huqûq ji xwe şerm kir,li,roboskî,huqûq,ji,xwe,şerm,kir

Li Roboskî huqûq ji xwe şerm kir

Daraz û Meclîsa Tirkiyeyê ji bo ser bûyerê bigire her tişt kir

A+ A-

09:11 27.12.2013

YASÎN KOBULAN

AMED (DÎHA) - Di 28'ê Kanûna sala 2011'an de di êrîşa balafirên şer ên artêşa tirk de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Daraz û Meclîsa Tirkiyeyê ji bo ser bûyerê bigire her tişt kir. Komîsyona Jêr a Qilaban a Meclîsê ku diyar kir bombebaran ne bi zanebûn e, Serdozgeriya Komarê ya bi Erka Taybet a Amedê, biryara neşopandinê ji bo dosyaya qetlîamê da û dewrî Dadgeha Leşkerî kir.

Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê di encama bombebarana balafirên F-16 ên girêdayî Hêzên Çekdar a Tirk piraniya wan zarok 34 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Dîmenên qetlîamê mîna roja yekê di roja me de jî ji aliyê dewletê ve ji nedîtî ve tên dîtin. Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî ku bênavber didome, ev lêgerîn tîmî ji aliyê dewletê ve wek ceza vegeriya. Di wê merheleya komkujiyê de her lêpirsîna hat vekirin ji aliyê dozgeriyê ve bi neşopandin û bêpeywiriyê bi encam bûn. Saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan timî ligel malbatên Roboskî di nav lêgerîna edaletê de bûn.

Têkildarî Komkujiya Roboskî wek sala 2012'an di 2013'an de jî hema her meh pêşveçûnên girîng pêk hatin.

ÇILE

Ji komkujiyê filitî lê ceza lê hat birîn

Der heqê Servet Encu (33) yê ji Komkujiya Roboskî rizgar bû û 3 kesên din ên ji Roboskî bi sedema "muxalefeta qanûna pasaportê" 2 hezar TL cezayê pereyan hat birîn. Wek cih jî cihê ku komkujî lê çêbûye, hat nîşandan û wek delîl jî Rojnameya Milliyet hat nîşandan.

Ji bo bîranîna Roboskî li Mexmûrê turnuvaya futbolê

Ji bo kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan li Herêma Federal a Kurdistanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ji aliyê Komalên Ciwan ve Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskî hat lidarxistin. Di vê turnuvayê de Taxima Şehîdên Bêrîtan bi ser ket.

Ji DÎHA'yê Pêşangeha wêneyên Roboskî

Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), wêneyên ku di dema Komkujiya Roboskî de kişandibûn li navçeya Qoser a Mêrdînê bi pêşangeheke wêneyan a bi navê, "Komkujiya Roboskî ya failên wê diyar" hat vekirin. Pêşangeh 3 rojan vekirî ma.

854 saziyan platform ava kirin

Bi armanca nerazîbûna li hember komkujiyê platform û hewldanên nû pêk hatin. Yek ji wan jî Platforma Edaletê ya ji bo Roboskî bû. Platforma bi 854 saziyan pêk hat cara yekemîn bû ku ev qas sazî ji bo armancekê hatin gel hevdu mijareke herî taybet û girîng bû. Platform, ji bo şopandina pêvajoya huqûqî ya Roboskî bû. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî jî ji bo kiryarên komkujiyê bên dîtin her meh li ser Caddeya Yuksel a Enqere daxuyaniya çapemeniyê dan.

SIBAT

Piştî komkujiyê Serokwezîr Erdogan ê Serfarmandarê Giştî Necdet Ozel "spas" kir rapora Komîsyona Jêr a Qilaban a Meclîsê veguherî xaçepirsekê. Ji ber rapor di roja xwe de nehat aşkerakirin rastî nerazîbûnê hat.

Li Amedê daxuyaniya çapemeniyê

Malbatên Roboskî, BDP, Baroya Amedê, Şaxa Amedê ya ÎHD'ê, MAZLUMDER û Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan têkildarî Komkujiya Roboskî, li Buroya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Paşê derket holê ku telefonên malbatên zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane tên guhdarkirin.

Polîs: Çima hûn naçin ser cenazeyên leşkeran?

7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê yên ji bo sersaxiyê çûn Roboskî, serdana malbatên jiyana xwe ji dest dabûn, di vegerê de rastî pêkanîna kêfî ya polîsan hatin. Polîsên ku di ketina Şirnexê de xwendekar rawestandin û ji wan re gotin, "Çima hûn naçin cenazeyên leşkerên xwe? Ev ne mirovên ku hûn dizanin. Ev terorîstên ku bi qeçaxçîtiyê debara xwe dikin" û xwendekar tehdît kirin.

Li Roboskî yekemîn pêşangeha wêneyan

Li gundê Roboskî di koordînatoriya Selîm Yildiz de Li Atolyeya Zarokan a Wênekêş de zarok û ciwanên ku perwerdeya wênekêşiyê dîtin wêneyên kişandin li Taxa Şantiye ya gundê Bejuh pêşkêş kirin.

ADAR

Doz hat vekirin

Der barê 45 xwendekarên Zanîngeha Akdenîz a Antalya de ji ber tevlî bîranîn û daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Roboskî bibûn doz hat vekirin.

Komîsyona Jêr a Qilabanê ya Meclîsê kom bû

Komîsyona Jêr a Qilanabê ya Meclîsê ku di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê de hat damezirandin têkildarî nirxandina rapora der barê komkujiya Roboskî de kom bû. Di civînê de rapor li endamên komîsyonê nehat belavkirin tenê hat xwendin. Piştî xwendinê rapor li hember 3 dengên BDP, CHP û MHP'ê yên "na"bi 5 dengên AKP'ê yên "erê" hat qebûlkirin. Ji bo raporê biryara veşartî hat dayîn. Di raporê de têkildarî komkujiyê tu kes wek berpirsiyar nehat nîşandan û der barê gilîkirinê de tiştek nehat nivîsandin. Di raporê de ev xusûs hatin nivîsandin, "Ne bi zanebûn e. Di navbera rêveberiya sivîl û rayedarên leşkerî de bêkoordînetî heye."

Malbatên Roboskî hatin tehdîtkirin

Ji ber ciwanên Roboskî rapora Komîsyona Jêr a Qilabanê ya Meclîsê şermezarkirin malbatên wan ji aliyê Fermandariya Tugaya Gulyazi hatin tehdîtkirin. Der barê Velî Encu yê di komkujiyê de 11 xizmê xwe wenda kirin bi sedema "Bi rêya çapemeniyê dujîn li wezîfedarê gelemperiyê kiriye" doz hat vekirin.

Xelata Aştiyê ji dayikên Roboskî re

Odeya Tabîban a Amedê "Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ya di çarçoveya 14'ê Adarê Cejna Tibê de da dayikên Roboskî. Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê ji bo bîranîna kesên di komkujiya Helebçe û û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan li Daristana Bajêr a Amedê şitil çandin.

Li hember raporê nerazîbûnên mezin

Endamên Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) û MAZLUMDER, têkildarî "Rapora Qilabanê" ya li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê hat destgirtin li ber Deriyê Çankaya ya Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Endamên Komeleya Ciwanên Sosyalîst a Stenbolê (SGD) jî li Meydana Galatasaray hatin gel hevdu.

Destûr nehat dayîn çelenga reş deynin ber avahiya AKP'ê

Şaxa MAZLUMDER a Amedê têkildarî rapora Komîsyona Jêr a Qilabanê ku xwest li ber avahiya bajêr a AKP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê bide û çelenga reş deyne ber avahiya AKP'ê, polîsan destûr neda. Hevberdevkên Îzmîrê yên Partiya Keskan û Dahatûya Çep, nerazîbûn nîşanî erêkirina rapora têkildarî Komkujiya Roboskî dan.

NÎSAN

Xelata Wêneyan Di 16'emîn Merasîma Xelatên Metîn Goktepe de Xelata Wêneyên dan Faruk Ayyildiz ên wêneyên wî yên bi navê "Êşa ji pencereyê tên dîtin" û "Nasnameya tevlî xwîn û heriyê bûye" di rojnameya Evrensel de hatin weşandin.

Malbatan hevdîtîna parlamenteran red kir

Di serdana parlamenterên herêmê yên AKP'yî de li Şirnexê, malbatên Roboskî pêşniyara hevdîtînê ya parlamenterên AKP'yî qebûl nekir.

Heyeta aqilmendan li Roboskî ye

Heyeta "Herêma Başûrêrojhilat" a Komîsyona Aqilmendan, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên herêmê de çûn serdana gundê Roboskî yê 34 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Zarokên Roboskî '23'ê Nîsanê' şermezar kirin

Zarokên Roboskî Cejna Zarokan 23'ê Nîsanê, bi meşeke ji gund ber bi goristana gund ve şermezar kirin. Di meşa bi dirûşma "Kiryar tunebin cejn jî nîne" Pankarta "Em ne cejnê kiryarên birayên xwe dixwazin" hat vekirin.

(yş/mae)