Li Rojava Dersa Jîneolojiyê
EFRÎN – Jineolojî bi sala nû ya xwendine re li dibistana amadeyî tê dayîn û şagirtan anî ziman ku ew bi riya jineolojî rastiya dîroka jin dinas in.
Li Kantona Efrînê di despêka sala xwendine 2016/2017 de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk di metreyalên dibistana amadeyî pirtûka jineolojî zêde kir.
Di meteryalên li ser jineolojî hatine nivîsandin bi ziravî dîroka jin hatiye nivîsandin.
Her wiha dîroka civaka xwezayî, jin civaka xwezayî çawa birêve biriye, pêvajoya xwedawendan çawa derbas bûye hatiye naskirin.
Bi rêgezên bîrdoziya rizgarkirina jin li hemberî desthilatdariya mêr têkoşîn kirin hatiye gotin.
Di meteryalên jineolojî de li ser avakirina evren, hemû zanistên mirovahî, felsefe û ol hatiye nivîsandin.
15 mamosteyên jin ên KPC`ê waneya jineolojî li dibistana amadeyî didin. Dersên wê di hefteyê de 2 caran tê dayîn.
Meteryalên jineolojiyê di sala 2015`an de bi kurdî hatin amade kirin. 2000 pirtûk hatin çapkirin û li şagirtên dibistana amadehiyê hatin belavkirin. Niha amadekarî tên kirin ku pirtûka jineolojî ji bo sala nû ya xwendinê bên kurdîkirin.
ANHA der barê waneya jineolojiyê de bi şagirt û mamosteyan re hevpeyvîn kir.
Rêveberiya Komîteya Meteryalan Bêrîvan Mihemed li ser amadekariyên pirtûka jineolojî wiha got: ʺMe xwest em bi riya jineolojî rastî û dîroka jin bidin naskirin. Jin çiqasî xwe binase ew qasî bawerî dide xwe û dibe xwedî hêz. Me bi zimanê kurdî amade kir em niha werdigerînin zimanê erebîʺ.
MAMOSTE HATIN PERWERDEKIRIN
Ji bo amadekirina mamosteyên jin ên waneya jineolojî didin, Bêrîvan Mihemed got ku wan li ser şêwazê dayîna waneya jineolojî mamoste perwerde kirine.
Mamosteya madeya jineolojî Ahîn Hesen got ku wan li ser waneya jineolojî dewreyeke perwerde ya 3`ê mehan dîtine. Ahîn Hesen anî ziman ku wan destpêke de gelekî zehmetî kişandine û wiha pê de çû:ʺ madeya jineolojî dewlemende û cara yekemîne ku tê dayîn. Şagirtan di famkirina vê madeyê de destpêke zehmetî kişandin. Ji ber vê yekê me giranî da nîqaşan û şagirt bi mereq li madeya jineolojî û nîqaşên li ser têne kirin guhdar dikinʺ.
BI ZANISTA JÎNEOLOJIYÊ EM BI PÊŞ VE DIÇIN
Amîne Ciwêd şagirta dibistana amadeyî diyar kir ku agahiyên wan li ser jineolojî tine bûn û wiha got:ʺ agahiyên me li ser jineolojî tine bûn û gelekî ji me re zehmet hat. Lê belê her ku li ser mijarên di pirtûka jineolojî de hatine nivîsandin, nîqaş têne kirin, em zêdetir têdigihîjin. Êdî em fêrî dîroka jin dibinʺ.
Şagirta bi navê Emîne Çawîş got ku piştî wan li ser jineolojî ders birine rastiya xwe naskirine û divê mêr jî rastiya jin binase.
Fele Silêman jî nêrînên xwe derbare waneya jineolojî anî ziman û wiha got:ʺ piştî ku waneya me ya jineolojî destpê kir me gelek tişt fêm kirin. Bi kîjan rê û rêbazan em e jiyana hevbeş di civakê de bidin ava kirin, têghiştineke me çêbûʺ.
Nûçe: ANHAFÎDAN ABDULLAH- HEMRÎN ŞÊXO
