1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Rojava û Başûr hevkariya ‘PARASTIN-MÎT’ê
Li Rojava û Başûr hevkariya ‘PARASTIN-MÎT’ê,li,rojava,û,başûr,hevkariya,parastin,mît,ê

Li Rojava û Başûr hevkariya ‘PARASTIN-MÎT’ê

A+ A-

MEZLÛM CINCIQ  

QAMIŞLO – Li Rojavayê Kurdistanê kesên ku ji aliyê MÎT û PARASTIN’ê ve hatine erkdarkirin, xebatên dijberiya şoreşê dimeşînin.

Li Rojavayê Kurdistanê herêma Şehba û taxa Şêxmexsud komên çekdar bê navber êrîşên xwe li ser Kurdan berdewam dikin. Li hember van êrîşan YPG bersiv dide û di van bersivan de hindek ji van çeteyan hatine kuştin û hindek jî sax têne girtin. Beriya niha dîsa çeteyên ku sax hatine girtin di îfadeyên xwe de aşkere kiribûn ku hindek kesên ji gundê Hesarê û Delî Osman yên Bakurê Kurdistanê li Rojava xebatên MÎT`ê dikin. Kesên xebata agahî komkirinê dikin piraniya wan kesan ji gundê Dêli Osman û Hesarê ne. Li van îtirafan navên hindek kesên ku niha vî karî dikin wiha ne:

  • Ikaş Omer
  • Remedan Omer bi nasnav ”Barmo” ji gundê Dêli Osman.
  • Ibrahîm Remedan bi nasnav ”Îbo” ji gundê Dêli Osman.
  • Tolîn Ehmed Xoce ji gundê Dêli Osman.
  • Mamed Mixtar ji gundê Hesarê.
  • Bekir Ekrem ji malbata Çeqel e ji gundê Hesarê ye.
  • Bayram Karo ji gundê Hesarê ye.


Kesên ku agaiyan kom dikin mirovên wan li milê Rojavayê Kurdistanê hene. Dewleta Tirk bi rêya van kesan re xwe weke hicreyên razayî li Rojavayê Kurdistanê rêxistin dike. Hate zanîn ku li herema Şehba taybetî herêmên Kurda bi giştî xwe bi vî rengî rêxistin kiriye. Ev kesê perwerde kirî di navbera Cephet El Nusra, Daîş, Komên Sultan Murad, çekdarên girêdayê ENKS`ê an go komên çeteyan de hevsengiyekî çêdikin da ku hember YPG yekîtiyê ava bikin. Ev yekîtî gelek deveran pêk tê û bi hev re yek eniyekî de li hemberê YPG`ê şer dikin. Ev kesên ku tevlî xebatên MÎT`ê bûne aligirên PDK`ê ne.

Herê dawî ji aliyê ragihandina Tirk ve ev xebatên hevbeş yên li Qamişlo hatine aşkere kirin. Di ragihandinê de dihate gotin ku MIT û Tugahyên Tilhemîs hemberê seyara YPG`ê çalaki pêk anîne. Li Qamişlo taybet ev xebatên hevbeş yên îstîxbaratî bi rêya Tugayên Tilhemîs hatine aşkere kirin. Wekî ku tê zanîn komeke bi navê Tugayê Tilhemîs tûneye, dîse ku Tilhemîs beriya niha deste Daîşê de bû. Aşkerekirina navê Tugayên Tilhemîs ji ku derket?  Çima ev nav hatiye qamufle kirin? Çima navekî xeyalî hate dayînê? Agahi û belgeyên heyî piştrast dikin ku ev agahî bi zaneti weke berovajî tên dayînê. Hevkarê operasyonê derket ku hicreyên razayî yên PDK-S`ê ne. Ji bo PDK-S neyê teşîr kirin dewleta Tirk mecbur maye ku xwe di nav hevkariya  `Daîşê=Tugayên Tilhemîs` re aşkere dike. Baş tê zanîn ku Daîş li herêma Cizîrê tüneye, sedem ewe ku PDK-S neye teşîr kirin.

Li Qamişlo PDK-S û MIT hevbeş dixebitin 

Ev xebatên agahî komkirinê bi belgeyeke ku PDK-S`ê li ser endamên xwe belav kirine de aşkere dibe. PDK-S li Rojavayê Kurdistanê weke partiyeke siyasî xwe dide naskirin û feqet di belgeyê de xuya dike ku PDK-S li Rojavayê Kurdistanê ji bo agahî komkirinê hatiye erkdar kirin. Ji endamên xwe yê herêman re belgeya rêdikin û ji endamên xwe dixwezin kû agahiyên eskerî, siyasî û civakî kombikin ji navendên PDK-S`ê  re weke raporan rêbikin.

Di ragihandin, çapemeniya PDK û AKP`ê weke hev têne dayîn û siyasetmedarên PDK û AKP weke hev êrîşê şoreşa Rojava dikin. Xuya dike kû ji yek çavkaniyê agahî têne girtin.  Pilana suîqastan jî li gor van agahiyan têne kirin.

Endamê MÎT`ê û parlementerê AKP`ê yê bi navê Orhan Mîroglu ev pilana hevbeş li ser ragihandinê aşkere kir, Orhan Mîroglu digot ku “ Li Qamişlo `operasyona dijî Bahoz Erdal` ji aliyê MIT û îstîxbaratên herêmê ve hatiye organize kirin. Di belgeye de xuya dike kû îstîxbaratên heêmê kî ne. Di berdewamiya axaftina xwe de tehdîtên xwe berdewam dike û dibêje ku li Erbîlê ji ev suîqastên me yê hember qadroyên PKK û PYD`ê berdewam bikin.“

Heya roja îro eger ku PDK`ê bersiv nedabe rêveberên MIT`ê yê bi navê Orhan Mîroglu, tê wateya ku wê sûîqastên li Başûrê Kurdistanê jî hevbeş bikin. Wekî ku çawa li Rojava bi      PDK-S`ê re xebatên hevbeş dikin.

Ev `operasyona` derew ya ku ragihandibûn, tenê ragihandinê AKP`ê aşkere nedikirin, malpera Parastinê ya bi navê BASNEWS nûçeyek belav dikir û digot ku Bahoz Erdal bi giranî birîndare û niha li Silêmaniyê tedavi dibine. Di heman deqîqeyan de Orhan Mîroglu digot ku li Erbîlê (Hewlêr) jî emê sûîqastan bikin.

Dîse televizyona PDK`ê  ya bi navê ZAGROS kû beşê ku ji  ENKS`ê re bi navê ARK weşan dike, nûçeyek amade kiribû digot li Rojava rêveberên PKK`ê berpirsiyarên PYD`ê ne û `Rojavayê Kurdistanê PKK hate kuştinê.`

Ragihandinên PDK û AKP`ê vê pilana sûiqastan bi awayekî aşkere bê ku veşêrin,  aşkere dikirin. Derkete holê ku ev nûçe hemî derew derketiye. Wekî ku beriya niha ev nûçe 28 caran hatiye ragihandin û weke her dem ev nûçe 28 care derew derdikeve.

Xelkê Başûrê Kurdistanê dixwaze ku PKK wan biparêze 

Bila PDK baş bizanibe, Daîş dema kû kete Başûrê Kurdistanê Bahoz Erdal û rêhevalên xwe pêşketinên Daîşê dane sekinandin û heya niha jî axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKK`ê ve tê parastinê.  Bila PDK li Başûrê Kurdistanê referandumekî bike ka baweriya gele Başûrê Kurdistanê bi Mesud Berzanî û zaroyên wî tê an Bahoz Erdal û rêhavlên wî tê. Ez bawerim PDK encama vê referandumê baş dizane û ji ber vê sedemê ye ku bi MÎT`ê re tevlî operasyonên suîqastên dijî qadroyên PKK`ê dibe. Îro li bajar, bajarok, gund, tax û kolanê Başûrê Kurdistanê de dengekî bilind tê bîhîstin ku gelê Başûrê Kurdistanê dibêje bila PKK Başûrê Kurdistanê biparize.

Gelê Rojavayê Kurdistanê MIT`ê û endamên MIT`ê yên herêmî baş nas dike

Di derbarê vê xebata PDK û MIT`ê de gelê Rojavayê Kurdistanê baş dizane.  Di nav gel de tê gotin kû armanca PDK û AKP ew bû ku beriya civîna NATO yê rojeveke derew ava bikin. Sedem ewe  rê pêşiya operasyonekî vebikin ku bi dewleta Tirk re mudaxaleyê Rojava bikin. Ji bo bikevine Rojava meşruiyetekî ava dikin. Ji ber ku beriya niha ragihandinê PDK`ê bi dehan cara nûçe çêkirine ku dibêjin PKK` li Rojava êrîşê dewleta Tirk dike. Hewil didin ku berê dewleta Tirka bidine Rojavayê Kurdistanê.

Dîse gelê Rojavayê Kurdistanê hember vê îxanetê li ser piya disekine, baş tehlîl dike û nerazîbunê xwe dîne ziman.  Dîseweke her car gele Rojavayê Kurdistanê bang li PDK`ê dike kû ji Îxanetê vegere.