1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li rojhilat û rojavayê Firatê pêşveçûn didome
Li rojhilat û rojavayê Firatê pêşveçûn didome,li,rojhilat,û,rojavayê,firatê,pêşveçûn,didome

Li rojhilat û rojavayê Firatê pêşveçûn didome

A+ A-

KOBANÊ – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku şevê din bajarokê Tişrîn rizgar kirin li rojhilat û rojavayê Çemê Firatê pêşde diçin.

Nûçegîhana ANHA’yê ragîhand ku pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li aliyê rojhilat û rojavayê Çemê Firatê dewam dike û ji wir ve ber bi bajarokê Ên Îsa ve diçin.

Li aliyê din balafirên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê êrîşên xwe yên asîmanî li dijî baragehên çeteyan dewam dikin.

Li gorî agahiyan, QSD’ê piştî ku bajarokê Tişrîn bi temamî rizgar kir hêzên xwe li herêmê bicih kir û dest bi lêgerîn û paqijkirinê kir. Şervanan di lêgerîna xwe de dest danîn ser gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî wkeî 5 mayîn, bêtêlek, çekeke B7, Hawana 120 mm, Hawana 82, tirimpêleke bombebarkirî û gelek nasname.

Ev xebat li herêmê hê jî dewam dikin.

(he)