1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li ser cenazeyên me bazariyê dikin'
'Li ser cenazeyên me bazariyê dikin',li,ser,cenazeyên,me,bazariyê,dikin

'Li ser cenazeyên me bazariyê dikin'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Bavê Îsa Oran ê 16 roj berê li Sûrê hat qetilkirin Mehmet Oran, diyar kir cenazeyê kurê wî 16 roj in di destê polîsan de ye û dewlet li ser cenazeyên zarokên wan bazariyê dikin.

Li navçeya Sûrê dorpêça hêzên dewletê di roja 36'an de berdewam dike. 16 roj berê li navçeya Sûrê tîmên taybet ciwanên bi navê Mesut Sevîktek û Îsa Oran qetil kiribûn. Ramazan Ogut jî hefteyek berê di êrîşa tîmên taybet de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Oran, Seviktek û Ogut ji ber ku nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin, li şaxa ÎHD'ê ya Amedê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Dayik û bavê Îsa Oran Saide Oran û Mehmet Oran bi hevre dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Bav Mehmet Oran, diyar kir ku 16 rojin cenazeyên zarokên wan di destê polisan de ye û nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Bav Oran, bang li hemû dayik û bavan kir û xwest hemû kes li hemberî wan hestiyar tev bigerin. Oran, da zanîn ku polîs û dewletê cenazeyên zarokên wan desteser kiriye û bi vî rengî îşkenceya derûnî û taybet bi wan dike. Oran, hêrsa xwe ji rayedarên dewletê anî û destnîşan kir ku hûn dê bi vê îşkenceyê nikaribin tiştekî bi dest bixin û wiha got: "Ez ji Serokomar Erdogan dipirsim. Dema hin kes der barê Bîlal de di axivin qiyametê radikin. Ez wekî bavekî 11 rojin li virim. Çima nikarin cenazeyê kurê xwe ji Waliyê Amedê bigirim. Ev di kijan wîjdan û zagonê de heye. Di kijan heq û hiqûqê de heye? Ew di van cenazeyan de çi berjewendiyê dibînin.

'Wekî din rê nema em ketin grevê'

Bav Oran, destnîşan sir wan serî li hemû rê û rêbazên da, lê nekarîbûn cenazeyên xwe bigirin û wiha got: "Ji ber ku rê li pêş me nema me dest ji greva birçîbûnê kir. Me serî li hemû saziyan da. Lê her saziyek dewletê saziya din derewand. Ji bo cenazeyên me nedin me hincetê pûç nîşan didin. Tu eleqeya vê yekê û mirovahiyê bi hev tune."

'Nêzîkatiyek dijminantî heye'

Bav Oran, da zanîn ku hêzên dewletê li ser cenazeyên wan bazirganiyê dike û wiha berdewam kir: "Ji mere dibêjin biçin xendekan bigirin û piştre em cenazeyên we bidin we. Dixwazin em biçin cenazeyên xwe bigirin û me qetil bikin. Yê vê yekê ji mere dibêje jî dozger bi xwe ye. Herî dawî dema me serî li rayedaran da. Xwestin ji bo her cenazeyekî tenê xizmek bi maşîneya cenazeyan re here û bi wan re yekîneyên îmhaya bombeyan bibin. Dibêjin cenaze di destê me de ye. Ev nîşan dide ku li ser cenazeyên di destê wan de bombe danine. Ev nêzikatiyek pir qirêj e. Ev nêzîkatiyek dijminantî ye.

'Heta ku qedexeyên li Sûrê rabin dê çalakî bidome'

Bav Oran bang li hemû raya giştî ya Tirkiyê kir û wiha bertekên xwe anî ziman: "Ka em birayê hev ê ol bûn? Serokomar dibêje 'Ez ebdan ji ber xwedayê wan hez dikim. Ger ku ji bo xwedê ew qasî ji qulan hes dike gelo dê çawa nêzi dijminê xwe bibe? Ez bang li cemaweriya Tirkiyê dikim. Divê berî her tiştî li hemberî vê hikûmetê deng derxin. Heta ku qedexeyên li Sûrê rabin dê çalakiya me bidome."

(mae)