1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li ser Heyvê sed qat zêdetir av heye
Li ser Heyvê sed qat zêdetir av heye,li,ser,heyvê,sed,qat,zêdetir,av,heye

Li ser Heyvê sed qat zêdetir av heye

A+ A-

Ji mînakên Apollo bi 17 mîsyonên xwe re anî, hat piştrastikirin ku li ser Heyvê, sed qat zêdetirê ava dihat texmînkirin, av heye. a. Pispor li hemberî encamên lêkolîn matmayî man, vê rêjeya ava li ser Heyvê hemû teoriyên derbarê Heyvê de serûbin kir.

Di lêkolîna di kovara zanîstî ya Science de hat weşandin, nêrînek nû li hemberî nêrîna ku dibêje Heyv di encama lihevketina kozmîk de çêbûye, derket holê. Li gorî lêkolînên zanyaran rêjeya li ser Heyvê pir zêde ye. Tê texmînkirin ku beşek ji Heyvî ya bi qasî Marsê ji Cîhana me vebûye.

Lê ji Enstîtuya Carnegie Erik Hauri û hevalên xwe kevirên di encama lavên agir ên li Heyvê de heliyan lêkolîn kirin û teoriyek nû ya derbarê dîroka Heyvê de danîn holê. Di encama lêkolînên li ser giroverokên Apollo ji ser Heyvê anîn de, derket holê ku holê ku evane bi krîstalan hatine dorpêçkirin û nahêlin av û heyberên din ên difirin biçin derve.

Zanyaran bi awayek berfireh bi sondeya tîjên elektron, bi sondeya mîkroskopê li ser parçeyan lêkolîn kirin. Hat dîtin ku di nava vana de sed qat zêdetir av heye. Li gor lêkolîna di kovara Science de hatî weşandin, ev yek jî destnîşan dike ku di sîstema Rojê de gerekstêrka di warê avê de herî zêde dişibe Cîhanê, Heyv e.

ANF NEWS AGENCY