1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Ser Sînor Konsey Ava Kirin
Li Ser Sînor Konsey Ava Kirin,li,ser,sînor,konsey,ava,kirin

Li Ser Sînor Konsey Ava Kirin

A+ A-

HATAY - Muxalîfên Sûriyeyê yên ku li hemberî desthilatiya 40 salan a rejîma Baas serî hildane, ragihandin ku wana ‘konseya netewî’ avakiriye. Berdevkê Konseya Netewî ya li ser sînorê Tirkiyeyê hat îlankirin Celîl Saîb got; “Armanca me ew e ku em şoreşa li Sûriyeyê ber bi pêşdetir de bibin.”

Hat diyarkirin ku di nava kesên Konseyê îlan kirin de Abdullah Trad El Muallim, Haitham El-Melih, Soahir El-Atasi û Arif Dalila jî hebûn. Konseyê bang li hemû muxalîfên li welêt kir ku beşdarî wan bibin û got ; “Ji bo hilweşandina rejîmê divê em li her bajar û navçeyên Sûriyeyê din ava hevkariyekê de bin.” Lê tê diyarkirin ku ji ber piraniya endamên konseyê li derveyê welêt in û zêde bondara wan li Sûriyeyê tune ne, ji ber wê jî ciddî nayê girtin.

AKP’A SÛRIYEYÊ JÎ DERKET

Anas Abdullah ê ku Tevgera Dad û Geşepêdanê bi rê vedibe, got ku ew ji serboriyên Tirkiyeyê sûd werdigirin û ew ê di demê pêş de bandor li Sûriyeyê bikin. Abdullah, ew ji AKP’a Tirkiyeyê bandor bûne û dest bi Tevgera Dad û Geşepêdanê ya Sûriyeyê kirine.

Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilatanavaîn (ORSAM) hevpeyvînek bi serokê Tevgera Dad û Geşepêdanê ya Sûriye Anas Abdullah re pêk anî û di malpera xwe de weşand.

Abdullah bersivê dide şêwirmendên ORSAM Doç. Dr. Veysel Ayhan û Oytun Orhan û diyar kir ku ew ji AKP’a Tirkiyeyê bandor bûne û wana Tevgera Dad û Geşpêdanê ya Sûriye avakirin. Her wiha Abdullah ragihand ku têkiliya wan bi Îhwan-i Mislimin re hene.

Abdullah ragihand ku Tevgera Dad û Geşepêdanê ya Sûriye ji aliyê liberal û Îslamiyên nerm ve hatiye damezrandin. Abdullah ragihand ku ew ne ji Birayên Misilman in, lê belê nêrînên wan ji hev du cûda nîne.


Bêjeyên Miftehî