1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Serêkaniyê jiyan asayî bû
Li Serêkaniyê jiyan asayî bû,li,serêkaniyê,jiyan,asayî,bû

Li Serêkaniyê jiyan asayî bû

A+ A-

AZÎZ KOYLUOGLÛ - SERÊKANIYÊ 08.11.2013 07:27:23 Herêma Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî ku di encama operasyonên şoreşgerî yên di navbera 1-5'ê Mijdarê de ji çeteyên El Qaîdeyê hat rizgarkirin, li herêmê jiyan veguherî rewşa xwe ya asayî. Bi taybetî piştî rizgariya bajarokên Til Xelef û Menacirê, cotkar çûn ser erdê xwe, karkerên pembo dest bi karê xwe kirin, jin jî yekemcar bê tirs daketin kolanan.

Malên ku komên çete dizî û dest danîbûn ser, beşek ji wan di operasyonên hêzên YPG'ê de hatin rizgarkirin û radestî xwediyan hatin kirin. Welatiyên ji ber êrîşan neçar man malên xwe biterikînin jî, hêdî hêdî vedigerin.

Derxistina çeteyan ji herêmê, herî zêde bandora xwe li jinan kir. Jineke Ereb diyar kir ku ev saleke ji ber hebûna komên çete wê nekarî keçên xwe bişîne deverekê, lê niha dilê wê rehet û aram e

Hêzên YPG'ê navenda bajarê Serêkaniyê di 16'ê Tîrmehê de bi temamî rizgar kiribû. Lê belê gelek gund û bajarokên Ereb ên li derdora bajêr, di destê van komên çete de ma bûn. Ji ber zextên giran, revandina mirovna, îşkence, kuştin û gefan gel di nava tirs û xofê de dijiya. Bi taybetî bajarokê Til Xelef û gundên li ser sînorê Tirkiyê weke baregehên bingehîn ji aliyê van koman ve dihatin bikaranîn. Piştî deriyê sînor ê Serêkaniyê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat rizgarkirin, van koman di ser Til Xelef û gundê Ezîziye alîkariya şervan, çek û lojîstîkê ji Tirkiyê distend.

Jineke Ereb a nexwest navê xwe aşkera bike got, "Salek bû ev kom li herêmê bûn û ji roja hatî û pê ve jin û zarokên keç nekarî bi tena serê xwe tevbigerin. Ev saleke mîna em di girtîgehê de bûn."

Di operasyona şoreşgerî ya ji Serêkaniyê heta herêm Til Temir a Qamişloyê de, di nava hefteyekê de sê bajarok û zêdeyî 40 gund hatin rizgarkirin. Serketina YPG'ê ya li dijî çeteyên El Qaîdeyê bû sedem ku li herêmê jiyan asayî bibe. L herêmên rizgarkirî yên aramî lê xwe daye der, erdên çandinî, dikan, bajar, gund û kolan ji nû ve zindî bûn. Dema komkirina pembû ji ber çeteyan dereng destpê kir. Lê belê pirsgirêk hînê neqediyane. Xwediyên zeviyan gazinan dikin, ku ew nikarin xebatkaran peyda bikin.

Rûyê hin şêniyên herêmê yên malên wan hatin dizîn, ji ber YPG'ê malên wan ji destê çeteyan rizgar kir û radestî wan kir, keniya. Yek ji van jî Mihemed Emîn ê ji gundê Mala Etiyane. Emîn motora xwe ya avê ku çeteyan dizî bûn, bi dest xist. Emîn got, "Berî niha bi demekê, motora me ya avê, ku ji bo avdaniya zeviyê xwe me bikar dianî, ji aliyê çeteyeke bi serkêşiya kesekî bi navê Hemad hat dizîn. Dema hêzên YPG'ê gundê Xirbe Binat rizgar kir, motora me jî li navenda wan hat dîtin û ji destê wan hat girtin."

Piştî ku herêm ji çeteyan hatin rizgarkirin, Meclîsa Gel li van herêman nan belav kir. Şêniyên gundên ku piraniya wan ji Ereban pêk tên kêfxweşiya xwe bi dirûşma "Bijî YPG" anîn ziman.

Yek ji pevçûnên herî dijwar ên li herêmê li gundê Mişrefa rû da. Gelek xaniyên li gund ji ber topan hilweşiyan, dîrekên ceyranê ketin. Çeteyên El Qaîdeyê di şerê li vê derê de tang û çekên giran bikar anî bûn, lê di nava 24 saetan de têk çû bûn.