Li Silopiyê mudaxeleya polîsan
Polîsan li Sîlopiyê mudaxele li çalakiya 'Ji Ocalan re azadî' kir
ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê welatiyn bi armanca şermezarkirina operasyonan û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin û polîsan mudaxele li çalakiyê kir. Bûyerên piştî mduaxeleya heta dereng berdewam kirin.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnex Înîsiyatîfa Gel a Sîlopiyê bi armanca şermezarkirina operasyonan û pergala cerdevaniyê û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş li dar xist. Bi sedan ciwanên li taxên Karşiyaka û Harun Boy hatin cem hev bi meşaleyan û sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de dê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û ciwanan li taxa Karşiyaka govend girtin. Pişt re ciwanan di nav tax de demek dirêj meş li dar xistin. Welatiyan ji bi çekipan piştgirî dan ciwanan. Piştî demekê polîs bi gelek wesayîtên zirxî hate taxa çalakî pêk dihat û êrîş li ciwanên barîkat danîn kir. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş li ciwanan kir û ciwanan ji bi kevir, molotof û bombeyên deng bersiv da.
Ji ber ku polîsan raste rast gelek bombeyên gazê bi karanîn gelek zarok û kesên pîr bi bandor bûn. Welatiyan bertek nîşanî polîsên raste rast bombeyên gazê bikaranîn da. Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de heta dereng şevê berdewam kir.
(bd)
