1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Silêmaniyê li ser sîstema konfederalîzma demokratîk semîner
Li Silêmaniyê li ser sîstema konfederalîzma demokratîk semîner,li,silêmaniyê,li,ser,sîstema,konfederalîzma,demokratîk,semîner

Li Silêmaniyê li ser sîstema konfederalîzma demokratîk semîner

Li Silêmaniyê Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd der barê sîstema netew-dewlet û çareseriya wê di sîstema konfederalîzma demokratîk de semînerek li dar xist

A+ A-

POLA PIŞDERÎ / SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê Hevserokê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Rêbiwar Reşîd duh êvarî li Otela Plasa bi navê "Pirsgirêka netew-dewlet û çareseriya wê di sîstema konfederalîzma demokratîk" de semînerek li dar xist. Di semînerê de bi dehan siyasetmedar, parlamenter û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Hevserokê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Rêbiwar Reşîd di semînerê de wiha got; "Ez duh li Mexmûr bûm û serdana Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî kir. Tişta ku min wê derê ji vir cûda tir dît, li wir sîstema konfederalîzmê pêk tînin. Li wê derê di nava 800 malbatan de hezar şehîd hene. Wan karîne bi hev re hemû karên jiyanê bi rêxistin bikin. Ew şêwazê jiyanê dikarin ji bo hemû Kurdistanê werbigrin. Ji ber ku weke min gotî, ew ji konfederalîzma demokratîk mînakeke. Bêguman bê kêm û kûrî nîne. Lê karîne vê sîstemê pêk bînin."

Reşîd di berdewama axaftina xwe de, bal kişand li ser netew-dewletê û wiha ragiahand; "Netew-dewlet bi hemû ezmûnên xwe şkestiye. Bi taybet li Rojhilata Navîn ji ber sedemê sîstema netew-dewletê cihê ti ziman, bawerî û netewê namîne. Eger sîstema siyasî ya dewletê rê pê bide, mînaka herî zindî dewleta Tirk û Îranê ye."

Reşîd diyar kir ku sîstema konfederalîzma demokratîk dikare ji bo hemû pirsgirêkan bibe çareserî û wiha peyîvî; "Sîstema konfederalîzmê dikare bi rengekî baş cihê dewletê bigre. Di sîstema konfederalîzmê de, hemû gel, netew û bawerî dikarin bi hev re bijîn. Bê cûda bûn. Ji derveyî vê jin di sîstema konfederalîzmê de rolên herî girîng dibînin. Qet cûdabûn di navbera rêgezên beramber de nîne û weke yek beşdarî kar û xebatan dibin."

Di dawiya semînerê de, çend pirs ji Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd hatin kir û wî jî bersiva pirsan da. Piştî bersivdayîna pirsan dawî li semînerê hat.

(ab)