1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Silêmaniyê wê îro êrîşên dewleta Tirk were protesto kirin
Li Silêmaniyê wê îro êrîşên dewleta Tirk were protesto kirin,li,silêmaniyê,wê,îro,êrîşên,dewleta,tirk,were,protesto,kirin

Li Silêmaniyê wê îro êrîşên dewleta Tirk were protesto kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê wê îro bi boneya piştgirikirina gelê Bakûrê Kurdistanê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember xwerêveberiya gelê Bakûr pêk tên ji aliyê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve meşek bi meşaleyî were li dar xisitin.

Rêxistina Ciwanên welatparêzên Kurdistanê diyar kir ku îro di saet 17:00'an de ji Rêya Seholeka Silêmaniyê, heya Baxî Giştî, wê bi meşekî bi meşaleyî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê li ser gelê Kurd pêk tên were protesto kirin û wê piştgiya xwe ya ji bo gelê Bakûrê Kurdistanê bînin ziman.

Rêxistina Ciwanên welatparêzên Kurdistanê bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî çalakiya protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakûrê Kurdistanê pêk tên bibin, kir û got ku divê her kes li hemberî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û xwedî li gelê Bakûr derkevin.

(ab)