1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Silêmaniyê xwepêşandan: 1 mirî, 53 birîndar
Li Silêmaniyê xwepêşandan: 1 mirî, 53 birîndar,li,silêmaniyê,xwepêşandan,1,mirî,53,birîndar

Li Silêmaniyê xwepêşandan: 1 mirî, 53 birîndar

A+ A-

Silêmanî, 17 Sibat (AKnews) – Li bajarê Silêmaniyê, xwepêşandanek hat lidarxistin. Di encama aloziyan de, 1 kes jiyana xwe ji dest da û 53 kesên din jî birîndar bûn. Tevgera Goran jî, bêagahiya xwe ji xwepêşandana îro ragihand.

Xopeshandani Slemani 17/2Jêderekî ji Nexweşxaneya Firyakewtina Silêmaniyê, ji AKnewsê re got, “Di encama teqekirina li xwepêşandêran li Silêmaniyê, ciwanê bi navê Rêjwan Elî (17) jiyana xwe ji dest daye û 53 kes jî birîndar bûne ku yek jê, peyamnêrê rojnameya Çawdêr Hêmin Letîf e.”

Li bajarê Silêmaniyê, îro xwepêşdanek ji aliyê”Tora Parastina Maf û Azadiyên Gel” ve hat lidarxistin.

Xwepêşandan, bi mebesta piştgiriya gelê Misr û Tûnisê û hişyarîdan bi hikûmeta Herêma Kurdistanê, bo destpêkirina reforman bû.

Ji aliyekî din, tevgera Goran, daxuyakirin, ew beşdarî xwepêşandanê nebûne.

Serokê tevgera Goran Newşîrwan Mistef jî, di daxuyaniyek nivîskî de, ku di kanala KNN de hat weşandin, got, “Em hêzek aştixwez û dijî tundiyê ne. Em tu carî alîgirê tundiyê nînin û parastina aramî û ewlehiya welêt, erka xwe dibînin.”

Nûçe: ph
(AKnews)