1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Silêmanî Balefira Karsazan Ket
Li Silêmanî Balefira Karsazan Ket,li,silêmanî,balefira,karsazan,ket

Li Silêmanî Balefira Karsazan Ket

A+ A-

SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê balafirek taybet a bi tîpa VIP li balafirgeha Silêmaniyê ket. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di demjimêr 19.49'an de pêk hat. Balafira taybet a ku ber bi Enqereyê ve rabû, agir pê ket û ket xwarê. Rêveberê Balafirgeha Silêmanî Tahir Ebdulla der barê mijarê de daxwiyanî da û diyar kir di encama qezayê de 4 karsaz, 2 pîlot û 1 hostes mirine.

Hat ragihandin ku ev karsaz mêvanên karsazê dewlemend Farûq Mele Mistefa bûn. Balafir di demjimêr 14.00'an de li Silêmaniyê daniye, piştî civînê rabûye û li der dora demjimêr 19.49'an de ji ber sedemek teknîkî agir pê ketiye û balafir ketiye.