1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Silêmanî Xwepêşandan
Li Silêmanî Xwepêşandan,li,silêmanî,xwepêşandan

Li Silêmanî Xwepêşandan

A+ A-

SILÊMANÎ (Pûkmedia) - Duh êvarê demjimêr 9:00 li kolana Salim ya Silêmaniyê, rêxistinên sivîl, ji bo şermezarkirina bombebaranên her du welatên Tirkiyê û Êranê, xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanê de beyannameyek hat xwendin û tê de,  bombebaranên her du welatên Tirkriyê û Êranê li ser navçeyên sînorî yên Herêmê, ku hîn jî didome û her wiha bûye sedema ziyana madî û canî, hatin şermezarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetir ji du mehan e ku sînorên Herêmê ji aliyê her du welatên Êran û Tirkiyê ve tên topbarankirin û bombebarankirin. Her wiha gelê navçeyê jî, ji bo parastina canê xwe, dever vala kirine û aware bûne.

Di encama hêrişên wan her du welatan yên li ser axa Hêrêmê, derveyî ziyanên madî ya li ser rez û baxên cotyaran, ziyanê canî jî lê ketiye û herî dawiyê 7 şehîd bûn ku duh di encma bombebarana firokeyên cengî yên Tirkyê de ya li ser Qendîlê çêbûn û her wiha 6 jî wan şehîdan endamê malbatekê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku firokeyên cengî yên Tirkiyê niha ne tenê navçeyên sînorî, belkê ciyên ku gel lê niştecêye jî bombebaran dikin.

Duh serokê Herêma Kurdistanê jî, Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de şehîdkirina welatiyên sivîl ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve çermezar kir û daxwaza rawestana bombebaranê kir.


Bêjeyên Miftehî