Li Stenbolê bi ser malan ve girtin
Li Stenbolê serdagirtina malan: Zêdehî 30 kes hatin binçavkirin
Li 4 navçeyên Stenbolê di serdagirtina malan de zêdehî 30 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Abdullah Aspar ê di bûyerên Newrozê de bi giranî birîndar bû jî heye.
Yekîneyên polîsan li navçeyên Esenler, Beyoglu, Umraniye û Bagcilarê yên Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de zêdehî 30 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin ji ber tevlî pîrozbahiya Newrozê bû hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Di nav kesên hatin binçavkirin de Abdullah Aspar ê ku di bûyerên 18'ê adarê de bi giranî birîndar bû û hefteyek berê li nexweşxaneyê derket jî heye. Hate zanîn ku Asper hêj tê dermankirin û rewşa wî nebaş e.
Li Bagcilarê Feyzullah Çenî, keça Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Beyoglu Songul Aydemîr Pinar Aydemîr, ji navçeya Esenlerê Abdullah Aspar, ji naveçya Umraniyeyê Mustafa û Tuncer ên paşnavên wan nehatin zanîn hatin hatin binçavkirin.
(bd)
