1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Stenbolê esnafên kurd rastî êrîşê hatin
Li Stenbolê esnafên kurd rastî êrîşê hatin,li,stenbolê,esnafên,kurd,rastî,êrîşê,hatin

Li Stenbolê esnafên kurd rastî êrîşê hatin

A+ A-

Şevê din li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê komeke ulkucuyan bi çakan êrîş li esnafên kurd kir. Di encama êrîşê de Huseyîn Erzurum bi giranî birîndar bû.

Şevê din li taxa Yahya Kemal a navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê komeke ulkucuyan êrîş li esnafên kurd ên li tax kirin. Koma ulkucuyan bi çek, dar û kevirina êrîş li esnafên kurd kir. Di encama êrîşa komê de Huseyîn Erzurum ê 28 salî bi giranî birîndar bû. Erzurum rakirin Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê. Erzurum li nexweşxaneyê hate ameliyatkirin. Di êrîşê de Nihat Yalçintaş û Mahmut Akpinar jî ji ber darbeyên kêran û keviran birîndar bûn. Yalçintaş û Akpinar li nexweşxaneyê li ser piyan hatin dermankirin. Di êrîşê de bi giştî 3 kes birîndar bûn. Nîhat Yalçintaş piştî dermankirinê bûyer vegot û anî ziman ku kesên êrîş li wan kirin nasnake. Yalçintaş, diyar kir ku komeke ulkucuyan a ji 200 kesan pêk dihat ber bi wan ve dihat û li ser agahiya hevalên xwe ji tax derket û wiha got: "Di destê wan de çek hebûn. Ji bo ku me bi kujin hatibûn. Êrîş li dikanên me kirin û camên dikanên me şikandin." Yalçintaş, da zanîn ku polîs hatin cihê bûyerê û hinek êrîşkar girtin lê pişt re careke din serbest berdan û wiha axivî: "Ji xwe polîs wê komê bi ser me de dişîne. Êrîş li esnafên kurd kirin. Tehemulê nîşanî nadin ku kurd li wî taxî bin. Em wekî nîştecihên tax ji tax naçin û dê xwe bi rêxistinî bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin."

(bd)