1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Suriyeyê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar
Li Suriyeyê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar,li,suriyeyê,teqîn,bi,dehan,mirî,û,birîndar

Li Suriyeyê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar

Li paytexta Şamê ya Suriyeyê 2 teqînên mezin pêk hatin

A+ A-

Li paytexta Şamê ya Suriyeyê 2 teqînên mezin pêk hatin. Di teqînan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdehî 100 kesa jî birîndar bûn.

Li paytextê Şamê yê Suriyeyê serê sibê 2 teqînên mezin pêk hatin. Di teqînan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdehî 100 kes jî birîndar bûn. Di encama teqînê de gelek wesayît texrîp bûn û di wesayîtan de gelek cenaze hebûn. Dîmenên vê yekê di televîzyona dewletê ya Suriyeyê de hatin weşandin. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku teqîn li ser riya başurê Şamê dema ku welatî diçin ser kar û xwendekar diçin dibistanê pêk hat.

Serokê Heyeta Çavdêrî ya NY'ê ya li Suriyeyê Gereral Robert Mood, hate cihê teqîn pêk hat. General Mood li cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Wêneyên di Ajansa Nuçeyan a Suriye (SANA) de hatin weşandin hêz teqînê radixe berçavan. Di wêneyan de li cihê teqînên çalên gelek mezin li nava kolanê çêbûne û cenazeyê gelek kesan li nava kolanan e.

(bd)