1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sîlopiyê ciwan û polîs bi hev ketin
Li Sîlopiyê ciwan û polîs bi hev ketin,li,sîlopiyê,ciwan,û,polîs,bi,hev,ketin

Li Sîlopiyê ciwan û polîs bi hev ketin

A+ A-

23:53 19.08.2011 ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê komek ciwanên ku xwestin astengiya li pêş hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û operasyona TSK'ê ya dersînor şermezar bikin, meşek pêk anîn. Ciwan, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.

Li taxa Cûdî ya navçeya Sîlopiya Şirnexê komek ciwan li hev kom bûn û astengiya li pêş hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyonên TSK'ê yên dersînor şermezar kirin. Ciwanên ku xwestin ji taxa Cûdî heta Îpekyolu bimeşin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî mudaxaleya polîsan ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylî û fîşekên hewayî bersîv dan polîsan. Hate zanîn ku polîsan 3 kes binçavkirin.

Hate zanîn ku ciwanan li kolanê nokteya kontrolê avakirin û nasname kontrol kirin.

(mae)