1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sînor tevgera helîkoteran berdewam dike
Li Sînor tevgera helîkoteran berdewam dike,li,sînor,tevgera,helîkoteran,berdewam,dike

Li Sînor tevgera helîkoteran berdewam dike

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevgera helîkoteran bi hêz berdewam dike

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevgera helîkoteran bi hêz berdewam dike. Hate ragihandin ku bi helîkopteran leşkeran dibin cihên stratejîk.

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibê ber bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve tevgera helîkopteran a bi hêz dest pê kir. Helîkopterên hatin navçeya Şemzînan piştî ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor û 3'yemîn Tabura Komando ya navçeyê leşker girtin ber bi 2'yemîn Tabura Piyade ya Rûbarokê, qereqolên Navberojan û Bêsosin ên li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê re leşker birin. Li navçeyê tevgera helîkopteran berdewam dike. Hate ragihandin ku helîkopter ji nokteyên stratejîk ên gundên Mavan, Navberojan, Îsya, Ketîne, Nahve, Gîranê, Rêzê, Kampa Çema û Bêjneyê re û gundên din ên derdorê re leşker birin.

Li aliyê din çêkirina qereqolên li sînor bi hêz û lezgîn berdewam dike. Xebatên qereqolan ji bo zû bi dawî bikin hejmara karkeran jî zêde kirin. Nokteyên lêgerînê yên li ser riya Rûbarokê ya ji 65 kîlometreyan pêk tê ji 12 derbasî 14 nokteyan kirin. Li van nokteyan lêgerînên keyfî pêk tên.

(bd)