1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Sûriyeyê 10 kesên din jî hatin kuştin
Li Sûriyeyê 10 kesên din jî hatin kuştin,li,sûriyeyê,10,kesên,din,jî,hatin,kuştin

Li Sûriyeyê 10 kesên din jî hatin kuştin

A+ A-

ŞAM - Pevçûnên li bajarê Sûriyeyê Dera dest pê kiribûn berdewam dikin. Hat ragihandin ku dema gava bi sedan kes xwestin ji derdorê, ber bi navenda bajarê Derea ve bimeşin li rastî gullebaran polîsan hat û di encamê de 10 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên şahidên bûyerê ragihandine, polîsan gulle bi ser koma ku dixwest ji derdorê bajarê Derea ber bi navendê ve dimeşiyan û dirûşimên li dijî rejîma Esad digotin berdan. Di encamê de 10 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên parêzvanek ê mafê mirovan dayî BBC’yê herî kêm 37 kes hatine kuştin. Çalakgerê parêzvanê mafê mirovan diyar kir ku gel xwepêşandanên bi awayek aşitiyane ne, lê hêzên ewlekarî êriş dikin. Hêjayê gotinê ye ku hîn ev jimara miriyan nehatiye piştrastkirin.

Duh jî jimara kesên di xwepêşandanên li dijî rejîma Beas yên li bajarê Derea yê li başûrê Sûriyeyê de mirin gihişt 15 kesan.

Li got agahiyên parêzvanek ê mafê mirovan daye AFP’ê, di pevçûnên danê sibê li Dereayê di navbera hêzên ewlekarî û xwepêşandêran derket de yek jê jin, 1 zarok, 1 jî bijîşk, bi giştî 9 kes hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku di dema merasima cenazeya a li mizgefta Omer de, hêzên ewlekarî gulle bi ser girseyê de rijandine û di encamê de 6 hatin kuştin.