1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Sûriyeyê bîlançoya rojekê
Li Sûriyeyê bîlançoya rojekê,li,sûriyeyê,bîlançoya,rojekê

Li Sûriyeyê bîlançoya rojekê

Li gorî daxuyaniya fermî ya dewleta Sûriyeyê piştî hemû xwepêşandan û kuştinan jî, hê jî dewleta Sûriyeyê van nerazîbûnan wekî destwerdana derve û hewldana xerabkirina ewlekariya welat dinirxîne

A+ A-

Serhildanên di 15’ê Adarê de li Sûriyeyê dest pê kir, li gelemperiya bajarên welat berdewam dikin. Roja înê li bajarê başûrê welat Tefes a nêzî Derayê û yê li navenda welat Lazkiyeyê avahiyên partiya Beas hatin şewitandin, di van bûyeran de gelek kes hatin kuştin. Rêveberiya Sûriyeyê li beramberî xwepêşandanan 14 jê kurd bi giştî 260 girtî serbest berda. Muxalîfan bangên rejîma Beasê yên ji bo reforman bes nedît û banga berfirehkirina çalakiyan kir. Di roja înê de herî kêm 25 kes hatin kuştin. Her wiha xwepêşandanan di roja şemiyê de rengek din girt; cara yekem avahiyên rejîma Beasê bûn hedef.

Serhildanên di 15’ê Adarê ku li Sûriyeyê dest pê kirin her ku diçin belav dibin. Roja înê li bajarên Tefes û Lazkiyeyê navendê avahiyên partiya Beas hatin şewitandin û gelek kes hatin kuştin. Rayedarên Sûriyeyê di nava wan de 14 kurd jî heyî 260 kes serbest berdan. Muxalefetê da diyarkirin ku, di roja îniyê de di rojeva rejîma Beasê de sererastkirinên destûra bingehîn nîn e, tenê di çarçoveya “zema destmizê” de reform hene û ev yek têrê nakin, her wiha muxelefetê banga “raperîna gel” kir. Piştî çalakiyên roja înê ku herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dabû, di roja Şemiyê de çalakiyan teşeyek din girt. Cara yekem avahiyên partiya Beas hedef hatin girtin.

TEFES: Ev hefteyek zêdetir e çalakî li bajarê Derayê kêm nebûne, her wiha bajarê Tefesê 10 km li bakurê bajarê Derayê cih digire, tevgera protestoyan êrîş birin ser qereqolên polîs û avahiyên partiya Beas.

LAZKIYE: Bi dehan kes daketin kolanên Lazkiyeyê û avahiyên partiya Beas hedef girtin. Ji roja Înê û vir ve bi sedan kes bi siloganên “azadî” li vî bajarî xwepêşandana dikin. Şeva şemiyê li bajar dengên çekan bilind bûn, her wiha hat ragihandin ku komek ya çekdar li ser banên avahiyan raste û rast xwepêşandêr dane ber guleyan, di encamê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan ya Neteweyî ya Sûriyeyê Ammar Karubî ku li Misrê li sirgûnê ye da diyarkirin ku, li Lazkiyeyê roja înê hêzên dewletê gule barandibûn li ser xwepêşandêran û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha jiber ku şêniya Lazkiyeyê nîvî sunî û nîvî jî elewî ne gihîştina çalakiyan a li wê derê girîng tê dîtin. Her çiqas ên ku bi baweriya elewîtiyê ve girêdayî ji sedê 10’ê şêniya welat pêk tînin jî, di rewşa ewlehiya îqtîdarê de ne.

260 GIRTÎ HATIN BERDAN Piştî xwepêşandanên bixwîn, meqamên Sûriyeyê roja înê 260 girtî berdan. Rêveberê Lîga Mafên Mirovan ê Sûriyeyê Abdulkerîm Rihawî diyarkir ku ev kesên hatine berdan piraniya wan ên ku ji girtîgeha taxa Sîdnaya Şamê ne. Rihawî bilêv kir ku kesên serbest hatin berdan piraniya wan ji rêxistinên îslamî ne û di nava wan de 14 milîtanên kurd jî hene. Rihawî ev wekî “pêngavek erênî” nirxand û xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Der barê berdanan de heya niha daxuyaniyekî fermî nehatiye dayîn. Sûriye ji bo çalakî hinekê kêm bibin di nava hefteyê de gelek kesan berda bû.

DERA:Li vî bajarê ku ji 18’ê adarê û vir ve bûyerên tundî lê qewimîn û ji 100 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dan, hêzên ewlekariyê derketin dervê bajar. Ji hezaran zêdetir kes li deriyê mizgefta El Omarî bi awayekî bê deng çalakiya rûniştinê pêk anîn. Nexweşxane ji aliyê çalakvanan ve wekî cihê hewandin û nexweşxane tê bikaranîn. Mizgefta ku roja çarşemê ji aliyê hêzên dewletê ve hat valakirin, roja înê dîsa ketibû destê çalakvanan. ŞAM: Li gorî ragihandina xwepêşandêran sibeha Şemiyê li paytext Şamê, piştî ku ji aliyê 200 kesan ve çalakiya rûniştinê hat kirin hemû hatin binçav kirin. DUMA: Li bajarê Dumayê şeva înê de derdorê 4 hezar kesî daketin kolanan. Di nîva şevê de dema ku ceyran hatin qutkirin, hêzên dewletê mudaxele kirin û 200 kesên ku çalakiya rûniştinê kirin girtin binçavan.

SANAMEYN: Dema ku ber bi Derayê ve ketin meşê û rastî êrîşa hêzên dewletê hatîn di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû, her wiha torena wan 7 kesan hat kirin. Di dema merasîmê de çi bûyer neqewimîn.

DAXUYANIYA FERMÎ Li gorî daxuyaniya fermî ya dewleta Sûriyeyê piştî hemû xwepêşandan û serhildanên gel hê jî dewleta Sûriyeyê van nerazîbûnan wekî destwerdana derve û hewldana xerabkirina ewlekariya welat dinirxîne. Her wiha dewlet piraniya nûçeyên der barê xwepêşandanan de vedişêre û rê nade ku çapemeniya navneteweyî jî van çalakiyan bişopîne. Ji aliyekî din ve televîzyona El Jazeera ku heke 10 zarok jî li Lîbya dimeşiyan dibû mijara nûçeyeke berfireh lê heta niha nûçeyên xwepêşandanên Sûriyeyê gelekî bi kontrol û kêm tê de tên dîtin ku dibe mijara rexne û nerazîbûna gelê Sûriyeyê ku ev televîzyon roleke mezin di danasîna xwepêşandanên Misir, Tunus û Lîbyayê de lîst lê vê yekê ji bo xwepêşandanên Sûriyeyê nake. ŞAM

Azadiya Welat