1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Taksîmê Mudaxale (Viedo)
Li Taksîmê Mudaxale (Viedo),li,taksîmê,mudaxale,viedo

Li Taksîmê Mudaxale (Viedo)

A+ A-

STENBOL - Konseya Bajarê Stenbolê ya kû, ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve bi hinceta ku "dê komên din êrîş bikin" hate astengkirin, koma kû di nav de parlamenter jî hene xwest derkevin Qada Taksîmê jî rasti êrîşa polîsan hat.

Konseya Bajarê Stenbolê kû xwest ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê daxuyaniyê bide ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate astengkirin. Polîsan destûr nedan kom bikeve Taksîmê.

Parlamenter Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Levent Tuzel jî di nav de gelek kesan xwestin bikevin Taksîmê lê polîsan destûr nedan girseyê. Rayedarên polîsan bi hinceta kû"dê komên din êrîş bikin, ji ber ve yekê nikarin destûrê bidin" meş asteng kirin.

RÊ HATE GIRTIN

Koma kû li Bulvarê Tarlabaşiyê kom jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsan barîqat danîn û girseya kû ev yek şermezar kir jî rê ji trafîkê re girtin. piştî demeke polîsan êrîşî girseyê kirin û ji ber vê yekê jî Dayikên Aştiyê li ser rê rûniştin. Dayîkan wiha gotin: "Êdî bese bila ev şer bi dawî bibe. Em naxwazin zarokên me bimirin. Kujer Erdogan neçe Somaliyê were Kurdistanê." Dayîka Aştiyê kû polîsan xwestin binçav bikin jî ji aliyê BDP'iyan ve ji destên polîsan de derxistin.

TUZEL: GUH BIDIN BANGAWAZIYÊ

Koma kû parlamenter jî di nav de û li ber avahiya BDP'ê bûn jî ji ber kû polîsan destûr nedan li ber Midûriyeta Polîsan ya Beyogluyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir Levent Tuzel axivî wiha got: "Gelek welatên kû bi riya diyalogê pirsgirêkên kû xwe çareser dikin hene. lê Tirkiye naxwaze vê yekê bike." Tuzel bal kişand li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya "ev pirsgirêk bi diyalogê dê bê çareserkirin bi çekê nayê çareserkirin" jî got ku divê guh bidin vê bangê.

KIŞANAK: WALÎTIYÊ OHAL ÎLAN KIR

Parlamenter Gultan Kişanak jî wiha axivî: "Kesên ku mafên xwe yên demokratîk dixwazin bi kar bînin ji aliyê Walîtiya Stenbolê bi îlankirina OHAL'ê tên astengkirin. Me xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan bi hinceta kû komên din êrîş bikin destur nadin."

POLÎSAN ÊRÎŞ KIR

Piştî daxuyaniyê koma kû li Bulvarê Tarlabaşiyê bûn xwestin derbasî aliyê din bin lê rastî êrîşa polîsna hatin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin û gel jî bi keviran bersiv dan. Bombeya gazê bandor li welatiyan û parlamenteran kir û bûyer li kolanên nêzî avahiya BDP'ê didome.

Hemû kolanên li Taksîm û Tarlabaşiyê ji aliyê polîsan hate girtin û helîkopter jî li ser qadê difirin. Hate zanîn kû hin kes hatine binçavkirin.

Li aliyê din li navçeya Sultanbeyliyê BDP'iyên kû bi 4 wesayîtan xwestin bên Taksîmê jî di navbera Sultanbeylî û Sancaktepeyê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Ji ber kû polîsan destûr nedan BDP'iyan çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.

Komên kû xwestin ji Esenyurt û Bahçelîevlerê jî bên ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.


Bêjeyên Miftehî