1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Taxa Eşrefiye 19 endamên koma çekdar hatin kuştin
Li Taxa Eşrefiye 19 endamên koma çekdar hatin kuştin,li,taxa,eşrefiye,19,endamên,koma,çekdar,hatin,kuştin

Li Taxa Eşrefiye 19 endamên koma çekdar hatin kuştin

A+ A-

Di şerê ku duh di navbera koma çekdar a ketibû Taxa Eşrefiye ya Helebê û hêzên YPG'ê de, ji koma çekdar 19 kes hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin. Di encam şer de koma çekdar ji taxê derket û kontrol ket destê YPG'ê.

Piştî ku duh komek çekdar ket Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn û ji gel 5 kes kuştin, YPG'ê mudaxele kir. Di encama şerê ku heta dereng dom kir de, koma çekdar gelek kuştî dan û ji taxê derket. Piştî pevçûnê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), derbarê şerê encamên şer de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyedê hate destnîşankirin ku komek çekdar ku navê artêşa azad li xwe dike, bi armanca kontrolkirinê û vekirina wê ya ji şerekê bi rejîmê re ketiye Taxa Erşefiyeyê û ev tişt hatin gotin: "Her wiha dixwazin taxên ku gelê kurd lê dijî, bikişînin nava şerekî qirêj. Di encamê de vê koma çekdar li hemberi gelê me ku dixwest meşek aştiyane lidar bixe û bixwaze koma çekdar ji herêma wan derkeve, çek bikar anîn û gelek kes şehîd xistin û birîndar kirin."

'Li ser esasê parastina rewa bersiv hate dayîn'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG'ê jî, li ser esasê parastina rewa û tolhildana şehîdên Taxa Eşrefiyê bersiv daye van êrîşan û wiha hat gotin: "Di encama şer de ji koma çekdar 19 kes hatin kuştin, hejmarek zêde birîndar bûn û hinek kes jî esîr hatin girtin. Dîsa cebilxaneyek hatiye desteserkirin. Herwiha hejmarek zêde ya seyareyên vê komê ku dema reviyan li pey xwe hiştin ketine destê me."

Tax dibin kontrola YPG'ê de ye

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şer de endamek YPG'ê yê bi navê Omer jiyana xwe ji dest daye, yek birîndar bûye û yek jî bi awayekî birîndarî ketiye destê koma çekdar. Her wiha hate destnîşankirin ku taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê bi temamî dibin kontrola YPG'ê de ne û ji niha û pê de Tugaşa Şehîdên Şêxmeqsud dê parastina van herdu taxan û hemu gelên li van deran rudinin bike.

'Em ê li hemberi her êrîşekê rawestin'

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG dê li hemberî her êşîrekê rawestin û bersiv bidin. Têkildarî mijarê di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Li ku dibe û ji ku tê bila bê em ê bersiv bidin. Berpirsyariya her welatiyek kurd li ku derê be jî dikeve ser milê me. Ev berpirsyariyek exlaqî û welatparêzî ye. Em bi tu kesî re li ser mijara ewlekariya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bazarê nakin."

Banga yekîtiyê

YPG'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ku ew xwe wekî perçeyek ji şoreşa Suriyê dibînin û ew ê her tim li kêlaka hêzên demokratîk ên ku mafên gelê kurd ên rewa nas dikin cihê xwe bigirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên Suriyê hate kirin ku hurmetê nîşanî vîna gelê kurd bidin. Her wiha bang li hemû hêzên siyasî û civakî yên kurd hate kirin ku bibin yek û li hemberî her êrîşekê ji bo parastina destkeftî û nirxên gelê kurd dengê xwe bilind bikin. YPG'ê bang li ciwanên kurd jî kir ku xwe li dora YPG'ê bikin xelek û vê hêzê aydî xwe bibînin.

Çi çêbibû?

Di 25'ê cotmehê de komek girêdayî Artêşa Azad xwestibû ku bikeve Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn. Lê şêniyên taxê û hêzên YPG'ê destur neda. Piştî vê bûyerê di heman rojê de, vê carê artêşa rejîmê bi topên hewanê tax topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 ji wan kurd 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn. Hîn şêniyên taxê cenazeyên xwe ji erdê ranekiribûn, rojek piştre, yanî di 26'ê cotmehê de, dîsa komek çekdar a artêşa azad ket Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê li ser daxwaza şêniyên taxê heyetek hate avakirin û hate xwestin ku bi komê re bi axive da ku ji taxê derkeve. Lê di vê navberê de koma çekdar diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye destê xwe. Ji ber vê yekê jî bi sedan şêniyên taxê li hev kom bûn û meş lidar dixist. Lê koma çekdar girse gulebaran kir û 5 sivîl kuştin. Li ser vê yekê YPG'ê bersiv da û şer derket. Di encama şer de koma çekdar 19 windahî dan û ji taxê derket.

(dt/mae)