Li taxên Xwerêveberiyê şermezarkirina 15 Sibatê
A+
A-
ŞIRNEX (DÎHA) - Li taxa Yeşîlyûrdê ya Şirnexê ya ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
Li Taxa Yeşîlyûrt a navenda Şirnexê ya ku xwerêveberî lê hatibû îlankirin bi çalkiyekê komploya 15'ê sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di sînevîzyona ku li taxê hat pêşandan de, li gel bi sedan welatî gelek zarok jî beşdar bûn. Piştî rêzgirtinê ya bi sirûd "Ey Reqîb" re li qada taxê sînevîzyona der barê komployê hat pêşandan.
Di çalakiya ku heta derengê şevê domand de, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û komploya 15'ê sibatê hat şermezarkirin.
(red)
Bêjeyên Miftehî li,taxên,xwerêveberiyê,şermezarkirina,15,sibatê
