1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê' dest pê kir
'Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê' dest pê kir,li,tirkiyeyê,konferansa,kurdistanê,dest,pê,kir

'Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê' dest pê kir

"Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê" bi tevlibûna derûdorên siyasî yên kurd ve li Amedê dest pê kir.

A+ A-

AMED (DÎHA) - "Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê" bi tevlibûna derûdorên siyasî yên kurd ve li Amedê dest pê kir. Di dest pê ka konferansê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bal kişand li ser yekîtiya kurdan û got ku bikaranîna zimanê hevpar girîng e. Turk wiha got: "Divê ku serokên kurd nebêje gotina min rast e."

"Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê" ku ji aliyê KCD, BDP, KADEP û HAK-PAR'ê ve hate organîzekirin li Salona Konferansê ya Class Otelê dest pê kir. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tuguluk, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettîn Elçî, Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê BAyram Bozyel û nûnerên partiyên din ên kurdan û ji welat û derveyî welat 182 rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen beşdarî konferansê bûn. Konferans dê 2 rojan bidome û 6 rûniştin pêk bên. Axaftina vekirinê ya konferansê Endamê Komîsyona Konferansa Neteweyî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Nîjad Yaruk kir û got ku konferans ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Yaruk diyar kir ku kurd di dîrokê de bi pêvajoyên gelek zor û zehmet re rû bi rû mane û di vê konferansê de dê dengeke hevpar derxînin. Yaruk da zanîn ku yekem car e civîneke ku hemû kurdan digire nava xwe pêk tînin û ew ji bo konferansa ku dê li Herêma Federal a Kurdistanê jî pêk bû amadekariyar dikin. Yaruk bilêv kir ku kurdên li Tirkiyeyê dijîn dema ku xebatên bi vî rengî bikin dê bandorê li ser parçeyên din jî bike û wiha berdewam kir: "Hêvîya herî mezin a gelê kurd ew e ku îro li vê derê hemû ferasetên siyasî îradeyeke hevpar derxistiye holê. Me heyecana gela ji bo konferansê dît. Ya girîng ew e ku xebatên li vir bigîhîje encameke, ev jî girêdayî me ye. Em li vir cudakariyê naxwazin li vir dixwazin di zemîneke demokratîk de jiyanake hevpar pêk bê. Kesên li vir vê yekê dixwazin."

Piştî Yaruk, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr axivî û got ku ev roja ku konferans pêk tê ji bo kurdan rojeke dîrokî ye. Baydemîr diyar kir ku li pêşiya kurdan 2 rê hene û wiha berdewam kir: "An gelê kurd ev 30-40 salên din dê van êşan bijî yan jî yekîtiya xwe ava bike û zemîna azadî û aştiyê derxîne holê. Heke em yekîtiya xwe ava bikin dê tu kes jiyana xwe ji dest nede. Yekîtiya kurd a ku dê li vir derkeve holê azadî û rizgariya gelê kurd bîne."

'Em siyasetmedar nabin bersîva pirsgirêka kurd'

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk, diyar kir ku ev konferans dê bibe wesîleya aştî, demokrasî û biratiyê û wiha got: "Gelê kurd bi salan de têkoşînê dide. Lê di aliyê siyasetê de kêm dimîne. Mînaka Afrika û rojhilata navîn jî heye. Hêzên navneteweyî siyasetek nû pêş dixe. Divê gelê kurd vê siyaseta nû û pêşketinên nû baş bibîne û binirxîne. Gele kurd tîne ziman. Pirsgirêk ji me siyasetmedarên kurd de ye."

'Yekîtiya kurdan girîng e

Turk, destnişan kir ku ew ji bo "Yekîtiya Konferansê" salek e di nava hewldanekê dene û wiha berdewam kir: Ji bo pêkanîna konferansê HAK-PAR û KADEP jî kedek mezin dan. Tevlêbûna gelê kurd a siyasetê ji bo Tirkiyeyê û welat dewlemendiyek e. Em edalet, wekhevî, demokrasî, azadî û aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê kurd li welatên ku lê dijîn biratî wekhevî, edalet û aştiyê dixwazin. Dixwazin di qada çand, ziman, nasname, aborî û çivakî de wekheviî hebe. Xweseriyê dixwazin. Ji bo vê yekê jî yekîtiya kurd girîng e."

'Divê em zimanê hevbeş ava bikin'

Turk, bal kişand ser ziman û helwesta hevbeş û wiha pêde çû: "Divê tu rêberê kurd nebêje tenê ya min rast e. Divê em hemû di fikrekê de bibin yek û li ser rastiyekê bigêjin hev. Gel heta niha barekî giran daye ser pişta xwe. Divê em karibin pêşengiyek rast ji gel re bikin. Divê em di vê konferansê de daxwazên gel bi cih bînin."

Pişt re serokên giştî yên KADEP û HAK-PAR'ê axivîn. Konferans didome.

(mae/sa)