1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li TUYAP a Îzmîr Pirtûkên Kurdî
Li TUYAP a Îzmîr Pirtûkên Kurdî,li,tuyap,a,îzmîr,pirtûkên,kurdî

Li TUYAP a Îzmîr Pirtûkên Kurdî

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Di 16'emîn Fuara Pirtûkan a Îzmirê de cara yekem pirtûk, kovar û ferhengên kurdî cihên xwe girtin. Xebatkarê Kurdî-Derê Berfo Barî, diyar kir ku yekem car bi weşanên kurdî beşdarî fuarê dibin û rastî eleqeyek gelek mezin tên.

TUYAP'ê 16'emîn Fuara Pirtûkan a Îzmirê pêk anî. Di fuarê de cara yekem pirtûk, kovar û ferhengên kurdî cihên xwe girtin. Di fûarê de 340 weşan û saziyên sivîl cih girtin.

Her wiha di fuarê de ligel konferans, gotubêj, panel û helbest 130 şahiyên çandê hatin amadekirin. Fuara ku duh dest pê kir dê 8 rojan vekirî bimîne. Di fuarê de dê gelek nivîskar, rewşenbir û helbestvanên wekî Refik Durbaş, Murathan Mungan, Huseyin Aykol, Ragip Duran, Furuzan, Can Dundar, Yilmaz Ozdîl, Gulten Dayioglu, Îlber Ortayli, Zeynep Oral, Oya Baydar, Altan Oymen, Ahmet Tellî, Yekta Kopan, Tugrul Keskîn, Latîfe Tekîn, Ayşegul Devecîoglu, Nîhat Behram, Hakan Gunday, Ataol Behramoglu, Muazzez Îlmîye Çig, Nazli Eray, Mavîsel Yener û gelek navdarên din gotûbêj û îmzeyan pêk bînin.

Di vê fuarê de pirtûk, kovar û herfengên kurdî cih girtin. Kurdî-Der'ê jî di fûarê de stand vekir. Edîtorê kovara Hinar û rêveberê Kurdî-Der'ê yê Îzmirê Berfo Barî, anî ziman ku yekem car wekî Kurdî-Der'ê bi weşanên kurdî beşdarî ve fûraê dibin û rastî eleqeyek mezin hatine.

Barî, anî ziman ku ew bi kovar, helbest, roman û gelek berhemên kurdî beşdarî fûarê bûne û berhemên wan rastî eleqeyek mezin tên.

(mae/sa)