1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Ukraynayê ne agirbest û ne jî Mînsk 2 pêk tê
Li Ukraynayê ne agirbest û ne jî Mînsk 2 pêk tê,li,ukraynayê,ne,agirbest,û,ne,jî,mînsk,2,pêk,tê

Li Ukraynayê ne agirbest û ne jî Mînsk 2 pêk tê

Duyemîn roja agirbesta li rojhilatê Ukraynayê dîsa bi pevçûnan derbas bû

A+ A-

Kiev - Anf Duyemîn roja agirbesta li rojhilatê Ukraynayê bi pevçûnan derbas bû. Li bajarê Debaltseve yê li cihekî stratejîk e, leşkerên Ukraynayê yê di dorpçêde de vekişîn red kirin, ji ber pevçûnan xalên di peymana Mînsk 2 de cih girtin ji niha ve pêk nayên.

Hêzên çekdar ên Rûs ku alîgirên serxwebûnê ne, rojhilatê welat di destê wan de ye û artêşa Ukraynayê ya şeva Şemiyê agirbest îlan kir ji wê rojê heta niha bi dehan binpêkirin çêbûn. Rêveberiya Ukraynayê û komên Rûsyayê hevdu sûcdar dikin û heta niha di pevçûnan de gelek Ukraynayiyan jiyana xwe ji dest da.

Piştî agirbestê pevçûn li bajarê Debaltseve zêde bûn û li bajarê Shîrokîne jî du rojên dawî herî kêm 5 leşkerên Ukraynayê mirin.

Ji ber pevçûnan pêkanîna xala ‘vekişîna çekên giran’ a di hevdîtinên aştiyê yên Mînsk 2 de hatiye girtin û Elmanya, Fransa û Rûsya jî tevlî bûn, ne mimkune. Bi taybet artêşa Ukraynayê 7 hezar leşkerên xwe yên li bajarê Debaltseve ya di bin dorpêçê de ye wek sedem nîşan da û got ku ne mimkun e çekên giran ên her du hêzan ji xeta sînor vekişe.

Komên alîgirên Rûsyayê jî diyar kiribûn ku ji ber pevçûnên hatine jiyîn wê çekên giran venekişînin.

Ligel hevdîtinên Ukrayna û Rûsyayê, di muzakereyên ku Rûsya jî tevlî bûye Elmanya û Fransayê bi armanca agirbestê kontrol bikin, bang kirin ku destûr bê dayîn da ku peywirdarên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) bikevin herêmê.

Serokkomarê Fransayê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi lîderên Fransa, Elmanya û Ukraynayê re hevdîtin kiriye û ji ber pevçûnan bi fikare.

Di daxuyaniya ji aliyê YE’yê ve hat gotin ku ligel agirbestê, li gelek nuqteyan pevçûn didomin û ji ber vê yekê bi fikarin. YE got ku divê demidlest pevçûn bên sekinandin.