1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li vegerê polîsan mudaxale kir
Li vegerê polîsan mudaxale kir,li,vegerê,polîsan,mudaxale,kir

Li vegerê polîsan mudaxale kir

A+ A-

SÊRT - Polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî girseya piştî meşa Newala Qesaba ku belav dibû kir.

Nêzî 70 hezar kesan bi armanca gorên komî yên Newala Qesaba bên vekirin bi meş çûn Newala Qesaban û di vegerê de ji ber rastî astengiya polîsan hat çalakiya rûnşitinê pêk anî. Piştî girse belav bû rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyê gazê û ava şitdayî hat. Di çalakiya rûniştinê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, diyar kir ku heta daxwazên wan pêktên wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Em îro li vir bûn, em ê di 4'ê Nîsanê de li Amarayê bên cem hev. Heta vîna vî gelî azad dibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta Birêz Ocalan û girtiyên siyasî yên din azad dibin sekname ya bi israr wê bidome."

Piştî axaftinê girseya ber bi wesayîtan ve diçûn rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê hat. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Polîsan bi awayekî dijwar bombeyên gazê bikaranîn û bombeya gazê avêtin otobusa BDP'ê jî. Gelek kes ji ber gazê ketin bin bandorê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş û gelek kesên din ên di wesayîtê de jî ketin bin bandora gazê. Piştî mudaxeleyên welatiyên derveyî bajar hatin li wesayîtan siwar bûn û vegeriyan bajarên xwe. Bûyerên dest pê kirin di nav taxan de berdevam dikin.