1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Wanê heya derengê şevê pevçûn
Li Wanê heya derengê şevê pevçûn,li,wanê,heya,derengê,şevê,pevçûn

Li Wanê heya derengê şevê pevçûn

A+ A-

WAN (DÎHA) - Li taxên Rêya Armûşê û Artêmetan a Wane ciwanên ku komkujiyên li Kurdistanê protesto kirin heya derengê şevê bi polîsan re pevçûn.

Li Wanê çalakiyên li hemberî dorpêç û komkujiyên li Kurdistanê zêde dibe. Duh êvarê jî li taxên Şehît Firat, Xaçort, Surmelî, Karşiyaka û Tuşba yên navçeya Rêya Armûşê û li Taxa Suphanê ya Artemetanê di navbera ciwan û polîsan de heya derengê şevê pevçûn derket. Li Taxa Şehît Firatê ciwanên ku li pey barîkatan agir dadan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bij berxwedana Surê" û "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Polîsên ku taxê dorpêç kirin bi guleyên rast, bombeyên gazê û bombeyên deng êrîşî ciwanan kir. Ciwan jî bi molotofkokteylan û bombeyên dengê bersiva êrîşan da.

Berxwedana ciwanan di demeke kurt de li taxên din jî belav bû û welatiyên taxan jî bi çalakiya dengderxistinê piştgiriya ciwanan kir. Polîs ji ber ku nekarî berxwedana ciwanan bişkêne neçar ma û ji taxê vekişiya.

(sy)