Li Wanê konek din jî şewitî
A+
A-
Li Taxa Seyrantepe ya Wanê konek din şewitî û bû xwelî. Di şewatê de tu tişt bi kesekê nehat, lê belê di vê zivistana sar û seqem de malbatek 9 kesî li derve ma.
Li gorî agahiyan, di demjimêrên şevê de li kona Seyîtxan Beyaztaş ya li ser rêya gundê Alabayir ya li Taxa Seyrantepe şewat çêbû. Şewata ku ji ber çiruskan rûdayî, cîran çawa pêhesiyan zarokên di konê de û nexweşa li erdê Edalet Beyaztaş derxistin ji derve. Li rexmî ku yekîneyên îtfayê mudaxele jî kirin, kon şewîtî û bû xwelî.
Piştî şewatê malbata 9 kesî di sir û seqema zivistanê de ji derve man.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî li,wanê,konek,din,jî,şewitî
