1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Wanê zarok ji bo hawirdorek paqij meşiyan
Li Wanê zarok ji bo hawirdorek paqij meşiyan,li,wanê,zarok,ji,bo,hawirdorek,paqij,meşiyan

Li Wanê zarok ji bo hawirdorek paqij meşiyan

A+ A-

14:28 17.11.2013 1 / 2 WAN (DÎHA) - Li Wanê xwendekarên dibistana seretayiyê ji bo hawirdoreke paqij li navenda bajêr meşek li dar xistin.

Li Wanê xwendekarên seretayî ya di Koleja Perwerdehiya Çinarê de perwerdehî dibînin, di kolana herî qelebalix a navenda bajêr Kolana Cumhuriyetê de bi dovîzên rakirin re ji bo hawirdoreke paqij ya gel dawetê hîstiyariyê kirin. Xwendekaran di dema meşê de, dovîzên bi reng bi reng ên "Jiyana paqij hawirdora paqij", "Yê hawirdorê hov dîbîne dê pêşerojê zor bibîn e" vekirin. Xwendekarên ji Kolana Meraşê di ser Kolana Cumhuriyetê heta ber Walîtiyê meşiyan, çopên li derdorê civandin. Xwendekarên ku piştî meşê daxuyanî dan, xwestin sergoyên ji erdê civandine ji hêla civakê ve neyên avêtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tama Wanekî sererast, paqij û xweş di paqijiyê de derbas dibe. Xwendekaran, ji kesên piştgirî dane re spasî kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

(ea)