1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Wanê şahiya Xweseriya Demokratîk
Li Wanê şahiya Xweseriya Demokratîk,li,wanê,şahiya,xweseriya,demokratîk

Li Wanê şahiya Xweseriya Demokratîk

A+ A-

Li taxa Xaçortê ya Wanê bi şahiyeke îlankirina Xweseriya Demokratîk a ji aliyê KCD'ê ve hate pîrozkirin.

Ji bo pîrozkirina îlankirina Xweseriya Demokratîk li taxa Xaçortê ya Wanê şahiyek hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiye bûn û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û Konfederalîzma Demokratîk hatin vekirin, fîşekên hewayî hatin teqandin. Ciwanan li taxê meşek jî li dar xistin. Di şahiyê de parlamenterê Wanê Ozdal Uçer axivî û got ku gelê kurd bêalternatîf nîn in û ev ji hemû cîhanê re îlan kirine û mînaka vî ya herî girîng jî Xweseriya Demokratîk e. Uçer da zanîn ku îlankirina Xweseriya Demokratîk derengî maye û wiha got: "Gelê me ev demeke dirêj e li benda vê bû. Ev gava dîrokî bi biryareke dîrokî hate girtin. Ji ber vê yekê jî bima Xweseriya Demokratîk ji bo dayik û ciwan ji bo hemû gelê me pîroz be."

Piştî axaftinên hatin kirin welatiyan govend gerandin û li 32 taxên bajar ji bo pîrozkirina xweseriyê fîşekên hewayî hatin teqandin. DÎHA (sa)