1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Wargeha Mexmûrê koma şanoyê ya ‘Hêviyekta’ hat avakirin
Li Wargeha Mexmûrê koma şanoyê ya ‘Hêviyekta’ hat avakirin,li,wargeha,mexmûrê,koma,şanoyê,ya,hêviyekta,hat,avakirin

Li Wargeha Mexmûrê koma şanoyê ya ‘Hêviyekta’ hat avakirin

A+ A-

MEXMÛR/ROJNEWS

Koma ciwanan hem bi armanca ragihandina avakirina koma şanoyê, hem jî ji bo bîranîna Şehîd Hêvî Şanoger çûn goristana wargehê û Şehîd Hêvî Şanoger li ser gora wî bibîranîn. Merasîma bîranînê û avakirian komê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir. Li ser navê komê Rûheyv Guvercîn axivî û behsa armanca kombûna wan û rola Şehîd Hevî ya di şanoyê de kir. Pişti axaftinê daxuyanî ji aliyê Sîrwan Kanat ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa paradîgmaya jiyana nû û tekoşîna ku Tevgera Azadiya Kurd meşandî hat kirin, şehîdên tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Xwedî li şopa şehîdan derketin bi xurtkirina tekoşînê gengaze. PKK tevgerek hunerî ye û PKK hûnerek mirovbûnê ye. Pêwîste şanogerî şoreşger be.”

Têkildarî armanca avakirina koma şanoyê ya Hêviyekta jî wiha hat gotin: “Kom li dijî feraseta şov, kariyerîzm, populîzm û yekdestdariya hunerê hatiye avakirin. Em weke komeke ciwan avakirina koma Şehîd Hêviyekda radigihînîn.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Li aliyê din hat ragihadin ku di rewşa niha de kom ji 17 kesan pêktê û Kom ji her kesên ku xwedî ramana civaka exlaqî û polîtîk re vekiriye.

Her wiha Navê komê ji navê du şehîdên şanoger Hêvî Şanoger (Abdulgafûr Dogan) û Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) pêktê û herdu şehîdên şanoger û şoreşger di pêşxistina Şanogeriya Şoreşê de xwedî kedeke pir mezinin.

Koma Şanoyê Hêviyekta bi qasî salekê ye xebatên xwe yên şanogeriyê didin meşandin. Ji beriya niha leyîstikek şanoyê ya bi navê, “Windabûna Wateyê” û du skeçên li ser Hevala Zîlan û Hevala Sema amadekirine û pêşkêş kirine. Dîsa koma şanoyê ya Hêviyekda bi berhemên nû de derkeve li ser dikê. Kom niha provayên şanoyeke bi navê “Lêgera Heqîqetê” dike.

(at)