Li welatê Xanî dem dema mîhrîcanê ye
GOKHAN ALTAY
COLEMÊRG (DÎHA) – 3’emîn Mîhrîcan Ehmedê Xanî ku her sal ji aliyê Şaredariya Çelê ve tê organîzekirin îsal jî di navbera 14-15’ê hezîranê de dê bê lidarxistin. Mîhrîcana ku dê diyarî berxwedana Kobanê û Şengalê bê kirin dê serkeftina HDP’ê jî were pîrozkirin û dê di vê mîhrîcanê de bernameyek têr û tije benda beşdarvanan e.
3’emîn Mîhrîcana Zozanan a Ehmedê Xanê ku ji aliyê Şaredariya Çelê ya Colemêrgê ve her sal wek kevneşopiyek tê lidarxistin dest pê dike. Mîhrîcana ku her sal bi coşeke mezin û bi beşdariya hezaran kesan tê lidarxistin dê îsal jî di navbera 14-15 hezîranê pêk were. Di çarçoveya mîhrîcanê de şaredariyê li Zozana Xanê dest bi amadahiyan kir û dê di vê mîhrîcanê de jî gelek çalakiyên wek konser, panel, şevbuhêrka dengbêjan, şano, pêşbirk û pêşangeh werin pêşkêşkirin. Temaya mîhrîcanê ya îsal jî li ser cangoriyên di berxwedana Kobanê û Şengalê de jiyana xwe ji dest dan û serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê be.
Ji bo welatiyan wesayît bên rakirin
Dê welatiyên bajarên derdorê yên wek Wan û Şirnexê jî mêvan beşdarî mîhrîcana îsal bibin û ji bo mêvanan jî ji aliyê şaredariyê li cihê mîhrîcanê 2 konên mezin hatin vedan. Ligel vê yekê şaredarî dê li navçe û navenda Colemêrgê jî ji bo beşdarî zêdetir bibe wesayîtan rakin.
Pêşangeha çanda kurdewar were pêşkêşkirin
Di vê mîhrîcanê de derbarê çanda kurdewar de jî xebat hatin meşandin û konek ji bo vê xebatê hat veqetandin. Di vê konê de amûr û sembolên wek meşk, destar, teşî, mehfûr ku ji bo çanda kurdan xwedî cihek girîng in werin pêşkêşkirin. Her wiha pêşangeha wêneyan a derbarê Têkoşîna Azadiyê a Kurdan de were pêşendan. Ligel van pêşbirkek jî were li dar xistin û di vê pêşbirkê de jî taybetî xwarinên bajêr û Kurdistanê tên çêkirin cih bigirin.
Bernameyek têr û tije hat çêkirin
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de piştî axaftinên vekirinê dê bi beşdariya endamên Komaleya Xwezayê ya Cîloyê panelek li ser parastina xwezayê were lidarxistin û sînevîzyon were pêşkêşkirin. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran jî dê konserek bidin û ciwan meşek meşaleyî li dar bixin. Her wiha di nav rojê de hin pêşbirk û pêşangeh werin vekirin. Roja duyemîn a mîhrîcanê de jî pêşkêşkirina şanoyek û hin pêşbirk werin lidarxistin. Ligel hin çalakiyên surprîz jî dîsa bi konserek ku hunermendên navdar beşdar bibin de dawî li mîhrîcanê were.
Serkeftina HDP’ê were pîrozkirin
Hevşaredarê Çelê Servet Tunç derbarê giringiya mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku mîhrîcan îsal piştî berxwedana Kobanê û serkeftina HDP’ê pêk tê ji ber wê jî ew kêfxweş in. Tunç diyar kir ku ev serkeftinên gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn dê coşa mîhrîcanê jî zêdetir bike û wiha got: “Dê ev mîhrîcan jî diyarî şehîdên Kobanê û Şengalê bikin. Her wiha serkeftina HDP’ê jî dê di vê mîhrîcanê de were pîrozkirin.” Tunç destnîşan kir ku wan ji ber meha Remezanê mîhrîcan pêş de girtine û wiha berdewam kir: “Divê her kes were bibe mêvanê me. Divê xwezaya vir ji aliyê her hemwelatiyan ve bê dîtin. Em jî vê firsetê ji welatiyên xwe re diafirînin.”
(gka/bd)
