1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li zarokên bi şevê dereng radizên baldar bin
Li zarokên bi şevê dereng radizên baldar bin,li,zarokên,bi,şevê,dereng,radizên,baldar,bin

Li zarokên bi şevê dereng radizên baldar bin

Zarokön bi şevê derneg razên ev yek bandoreka neyînî li ser serkeftina wan dike

A+ A-

Hate diyarkirin ku eger zarok bi şevê derneg razên an jî dema razana wan ne sererast be, ev yek bandoreka neyînî li ser serkeftina wan a li dibistanê dike.

Ev lêkolîn, li Îngilistanê li ser sererastiya dema xewa zarokan û bandora li ser serkeftina wan a dibistanê, bi zêdetir ji 11 hezar zarokên temenên wan li navbera 3,5 û 7 salî de hate kirin. Li gor vê lêkolînê, zarokên ku ne di demên sererast de radizên, an jî piştî saet 21.00 dikevine nav livînên xwe, ev rewş bandoreka neyînî li ser xwendin û hînbûna wan a matematîkê dike.

Zanyar didine zanîn ku kêmrazan, sererastiya rîtma laşê mirovan xerab dike û bandoreka neyînî li ser pergala mêjî ya ji bo hînbûna tiştên nû dike.

Yek ji zanyarên ku vê lêkolînê kirine Amanda Sacker diyar dike ku dema herî bê ser û ber temenê 3 salî ye û ji hema bêje 5 zarokan zarokek di demên cuda de dikevine nav livînên xwe.

Ji Zanîngeha Londonê Sacker dide zanîn ku piştî temenê 7 salî jî, xewa ji nîvî zêdetirî zarokan sererast dibe. (19.30 û 20.30)

Her wiha zarokên ku ne di demên sererast de radizên, di testên matematîk û hayjêhebûnê de kêmtir serkeftî bûne û zarokên keçik ji vê bandora neyînî re bêtir vekirî ne.

Sacker didexuyakirin ku zarokên dema xewa wan ne sererast e an jî dereng radizên, bêtir zarokên malbatên ku zêde nexwendine, ango perwerde nedîtine, tên û ev zarok bêtir televizyon temaşe dikin û hin ji wan televizyon di jûra wan a razanê de heye.

Sacker dide zanîn ku ya herî baş ku mirov gavek zûtir saetên razana zarokan sererast bike û bide rûniştandin. Sacker her wiha diyar dike ku tu îsbata bandora razana zarokan a beriya saet 19.30 de li ser mêjî, nehatiye dîtin.