1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Zeytînburnuyê 11 kurd hatin binçavkirin
Li Zeytînburnuyê 11 kurd hatin binçavkirin,li,zeytînburnuyê,11,kurd,hatin,binçavkirin

Li Zeytînburnuyê 11 kurd hatin binçavkirin

A+ A-

Li navçeya Zeytînburnuyê ya Stenbolê duh şevê nijadperestan êrîşî 3 mal, 3 atolyeyên tekstîlê û mêwefiroşêke kirin. Polîsan jî serê sibehê bi ser malên kurdan de girtin û 11 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Zeytînburnuya stenbolê êrîşên nijadperest ên li dijî kurdan didomin û li gel vê yekê jî rayedar bêdeng in. Li gel hemû bangawaziyan li navçeyê tedbîr nayên girtin. duh şevê jî kargehên kurdan rastî êrîşan hatin. Li taxa Telsîzê 2 mal û 2 tekstîlên atolyeyê û li taxa Çipriciyê jî malek, mêwefiroşek û atlolyeyeke tekstîlê rastî êrîşê hat.

Li aliyê din serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 11 kes hatin binçavkirin. Fatîh Akkurt, Hasan Dogan, Mehmet Sadik Dursun, Takettîn Alptekîn, Medenî Akgul, Umran Akgun, Ahmet Ecer, Ahmet Buldur, Hîkmet Kurtok, Abdulkadîr Artan û Şerîf Dayan ên ku bi îdiaya tevli bûyeran bûne birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê.

Her wiha welatiyê bi navê Fehmî Sari yê ku berê hatibû binçavkirin jî hê di bin çavan de ye.

Hate îdiakirin ku di destên polîsan de lîsteyeke ku ji navê 21 kesan pêk tê heye û ji ber vê yekê jî dê hejmara binçavkiriyan zêde bibe. DÎHA (sa)