1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Zeytînburnû kurd dibin armanca êrîşên faşîstan
Li Zeytînburnû kurd dibin armanca êrîşên faşîstan,li,zeytînburnû,kurd,dibin,armanca,êrîşên,faşîstan

Li Zeytînburnû kurd dibin armanca êrîşên faşîstan

A+ A-

Êrîşên li dijî kurdan ku li her derê zêde dibin, duh dîsa li navçeya Zeytînburnû ya Stenbolê pêk hat. Piştî li dijî gelek avahiyên BDP'ê êrîş pêk hatin, şevê din dîsa li dijî kurdan êrîş pêk hatin. Şaredarê Zeytînburnu Murat Aydin, anî ziman ku ji ber malpera civakî ev çalakî bi "armanca provokasyonê" tên pêşxistin.

Zêdeyî hefteyekê ye êrîşên li dijî kurdan û BDP'ê her roj didomin. Piştî li gelek bajar û navçeyan ulkucuyan êrîşî avahiyên BDP'ê û karkerên kurd ên dî înşaatan de dixebitin kirin, şevê din li navçeya Zeytînburnû dîsa êrîşî kurdan kirin. Li navçeya Zeytînbûrdû 4 rojin êrîşên lîncê yên li dijî kurdan berdewam dikin. Duşemê piştî meşek hate lidarxistin koma ulkucuyan piştî meşê li dijî avahiya BDP'ê û kargeriyên kurdan êrîş pêk anîn. Rojên sêşem û çarşemê jî disa li navçeyê li dijî kurdan êrîş pêk hatin. Komên mezin yên ulkucuyan ku li kolanan kom dibin, piştî li nava kolanan meşê pêk tînin li dijî kurdan êrîşan pêk tînin. Şevê din dîsa koma ulkucuyan li kolanan kom bûn êrîş pêk anîn.

Avahiya BDP'ê di hedefê de ye

Koma ku li dijî kargeriyên kurdan û kurdan êrîşê pêk tîne çend rojin armanc dikin ku BDP'ê jî bikin hedef û êrîşî BDP'ê jî bikin. Koma ku şevê din xwestin êrîşî BDP'e bikin ji aliye polîsan ve hatin astengkirin.

Şaredarê navçeya Zeytinburnu Murat Aydin, têkildarî bûyeran anî ziman ku kesên dixwazin li navçeyê aloziyê û provokasyonê pêk bînin li ser malperên civakî ciwanan sor dikin û rê li pêşiya van çalakiyan vedikin. Aydin, xwest ku kes neyê lîstikan û her kes bi xwînsarî tev bigere.

DÎHA (mae)