1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Zozanên Berçelanê 4 demsal bi hev re
Li Zozanên Berçelanê 4 demsal bi hev re,li,zozanên,berçelanê,4,demsal,bi,hev,re

Li Zozanên Berçelanê 4 demsal bi hev re

A+ A-

HAMZA GUNDUZ Li Zozana Berçelanê ya Colemêrgê ku 3 hezar û 700 metre bilindahiya wê heye de 4 demsal bi hevre tê jiyîn. Colemêrgiyan li zozana ku hîn 3 metre berf lê heye de di nava berf, sûlav û kulîlkên nergîzan de derdikevin seyranê.

Zozana Berçelanê ku 20 km ji Colemêrgê dur e, ji ber xwezaya xwe bala mirovan dikişîne ser xwe. Piranî kes di mehên biharê de dixwazin biçin Zozana Berçelanê û bigerin. Li zozana ku 4 demsal bi hevre tê jiyandin de ji aliyekî berf li erdê ye, ji aliyê din ji ber ava berfa ku dihele sûlav pêktên û ji aliyêkî jî kulîlkên rengûreng vebûye. Colemêrgiyan di nava van dîmenên xweş de derdikevin seyranê û bi dilşadî di nava xwezayê de digerin.

(ab)