1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li çiyê şano û muzîk
Li çiyê şano û muzîk,li,çiyê,şano,û,muzîk

Li çiyê şano û muzîk

A+ A-

EKÎN KIZILIRMAK - BEHDÎNAN 05.05.2014 07:24:39

Dibe ku hinekî dereng be, lê dixwazim binivîsînim. Divê binivîsînim. Bi Newrozê re li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dest bi rêwîtiyeke dirêj kir. Bi komeke qelebalix re; bi gerîlayên şanoger û muzîsyen li çiyê geriyan. Bi qasî mehekê em di rê şiverêyan de bûn. Ji ku derê destpê bikim û çiqasî bi çawaya vebêjim nizanim...

Xakurkê, Xinêrê, Qendîl, Zap, Zagros û Garê hemû jê parçeyek ji bihuştê ne...Lîstikvan, muzîsyen, temaşevan hemû gerîla ne. Bi mezinahî û biçûkahiya xwe re bi dehan çalakî... Ji vê kombûna gerîla re 'Moral' tê gotin...

GERÎLA Û DIKA GERÎLA

Avakirina dikê mîna her karî bi awayekî kolektîf tê kriin. Bivir, bêr hatine hilgirtin... Dema diqete kes jê bawer nake ku ev dik di nava nîv saetê de hatiye çêkirin. Ji bo dikê kostum, dekor, perdeya şanog ya pêwîst, ji çenteyan tên derxistin... Erd tê kolandin, kevir tên anîn, dîrek tên çikandin û perde tên rakişandin... Wele ben 'Taya Zer', ew jî tinebe şûtika gerîla tê bikaranîn. Min nedixwest vê mijarê vebêjim, lê ev kevnik bi kêrî dehan karî tê. Tu li hev bipêçe wê bibe behlîf, bi ziravî bibire wê bibe ben, tu veke wê bibe kîs, carna lif, carna tora ji bo zevtkirina masiyan, herî girîng jî ji bo hilgirtina gerîlayê/a birîndar dibe sedye. Lingê mîkrofonê yê muzîsyenan jî bi darê ter tê çêkirin, serê wê jî bi laska (bant) tê girêdan û temam e. Şanoger dibin teknîkvanên muzîsyenan. Muzîsyen jî dibin perdevanê şanogeran... Gerîlayên din jî hin ji wan dibe xebatkarên li mitfexê, hin jê alîkariyê didin gerîlayên derdikevin ser dikê. Dema dik tê çêkirin, bi dehan gerîlayên ji şiverêyan derdikevin ser dikê. Ji bo dengê şanogeran baştir were bihîst bang li hemû gerîlayan tên kirin ku xwe hîn bêtir nêzî dikê bikin.

Ev rêwîtiya di nav baran û heriyê de destpê kir, gelek caran bi çente û barê li pişt li şiverêyan û carna jî li ser traktoran dewam dike. Yên traktorê naxwazin jî hem tim dimeşin. Yên barê wan gelekî giran e jî neçarin vê rêwîtiya jê xerîb tercîh bikin. Ji ber ku meşa li çiyê her tim tercîha destpêkê ye.

Carna di bin barana dijwar, carna jî di bin germahiya rojê de 'moral' dewam dikin. Carna li geliyekî bêhn tê vedan, carna jî bi lez û bez xwe li kaş didin. Bi gotina; heval kom bûne divê em dereng nemînin... Radyo di dest de, guhê her tim li pêşketinên siyasî-civakî ye...Li van çiyayên ku ji bilî gerîla kes xuya nake, ji xwe rer dibêjim 'mîlyonên di dilan de veşartî dimeşin li van çiyan...

Dema ji qadê derdikevim gelek caran yek dibêje 'heval merasîm'... Bi dehan gerîla dikevin rêzê, dest namîne ku hev nagirin, gerîlayek namîne ku hev hembêz nekirine. Bi dilxwazî gotinên 'Emê careke din hevdu bibînin', 'Serketin' tên bilêvkirin.

BARANA XAKURKÊ

Mîna li cihên din li vir jî destpêkê şehîtgeh tê ziyaretkirin. Herî destpêkê yên bi canê xwe tevli şoreşgeriyê bûne tên silavkirin. Şehîtgeha Ş. Bêrîtan di rojeke şil-bi baran de me pêşwazî dike. Gerîlayên jin ên ciwan ji bo alîkariyê bidin xebatê şehîtgehê hatine û mîna gêrîkan dixebitin...Bi hatina koma çand û hunerê re navberê didin, gelek ji wan hevdu berê nas dikin. Sohbetên germ yekser destpê dikin.

Pîrozbahiya Newrozê ya ji ber barana zêde rojekê paşve hat xistin, ji ber guhertineke zêde nebû dîsa di bin baranê de pêk tê. Du gerîlayê muzîsyen Evîn û Jînda li vir beşdarî koma çandê dibin. Mîna her demê rûyê wan li ken e.

Baran, agir û govend. Du roj ji Newrozê re mane. Divê di 21'ê wê de em li Qendîlê bin. Awazê Çiya wê derkeve ser dikê, şangor jî hinekî xemgîn in.

Her wiha ji bo xwe bigihînin Xinêrê em bi şev dikevin ser rê. Li ser dîsa em govendê digerînin...

Beriya dest bi rêwîtiya Xinêrê û Qendîlê bikin, dixwazim behsa xebatên gerîlayên hunermend ên hevalên rêwîtiya min in, bikim...

TASA YEKTA

Navê lîstika şano ya ji heft kesan; 'Tas'. Çîroka vê tasê heye. Lîstik jî li ser vê çîrokê hatiye amadekirin. Lîstik behsa tasa avê ya şanoger û gerîla Yekta Herekol dike, ku di 27''ê Adarê roja şanogerên cîhanê de li Helebê jiyana xwe ji dest da. Taseke Yekta heye û hemû gerîla hewl didin bi vê tasê avê vexwin. Dûre jî dixwzin tasê ji Rêberê Gelê Kurd re bişînin...Ev bûyereke rasteqîn e.

Di nava bîst rojan de lîstik 13 caran hat lîstin. Vê lîstikê xwe gihand bi hezaran gerîlayan. Temaşevan gerîla ye, lîstikvan gerîla û li ser dikê jî jiyana gerîla... Şanoger ji ber ku piştî demeke dirêj careke din li ser dikê ne, kêfxweş in.

AWAZÊ ÇIYA

Êdî hîn bêtir enstrumanên rojavayî tên bikaranî. Tar, santur, erbanê, bilûr, tembûr hwd... Tevkariyeke mezin li muzîka Kurd dikin. Hem ji aliyê teorîk hem jî ji aliyê pratîkî ve. Hem di warê îdeolojîk û rêxistinî hem jî di warê pratîkî de bi muzîkê re dijîn. Li milekî çek û li pişt çente, li milê din jî tenbûr.

Stranên wan jî destpêkê digihêje gerîlayan. Li dû her straneke lê guhdarî dikim dibêjim, 'klîba vê jî çê bikin, wê gelekî bê hezkirin û guhdarîkirin'. Dikenin...

Di berbanga sibehê de em gihaştin Xinêrê... Divê em îro bilezînin ji ber ku sibê Newroz e û divê gerîla li Qendîlê bin. Dema di TV de em di reklamê de dibînin ku dê Awazê Çiya jî bê Newroza Qendîlê em hîn bêtir dilezînin ku jê nemînin...

LI SER RÊYA QENDÎLÊ

Dema bi Awazê Çiya û Şanoya Çiya em li ser rêya Qendîlê bûn, li çiyê me agirek dîtin, gundiyên bajarokê Sideka çiya ronî kiribûn. Li aliyekî gerîlayan agir dadabûn, li aliyê din gundiyan. Emê sibê ber destê sibê li Qendîlê bin, lê belê ev wêneyê ku ez niha dibînim yek ji wan wêneyên bedew ên heta niha lê rast hatime ye. Li ser her girekî agir bilind dibe. Newroz dibêje 'ez têm'. Dema em xwe digihînin Qendîlê, bedewiyeke din em pêşwazî kir; wesayîtên bi plaqeyên 21, bi plaqeyên 33...Gerîlayên Kurd ên hunermend, tevî hemû rewşa xwe ya westandî, alên xwe yên kesk, sor û zer derxistin, dirûşme qîriyan, strand-sirûd gotin û ber destê sibê xwe gihandin Qendîlê.

QENDÎL KURDISTAN BÛ

Di Newrozê de hemû gundên Qendîlê veguherîbûn mêvanxaneyeke gel. Mîna Amed a bi mîlyonan mirov hembêz kir, kevneşopiyeke Kurdistanî radikir ser piyan. Ya rast bi Newrozê re hemû nirxên civakî yên mîna mêvandariyê ji nû ve zindî dibin... Danê sibê emê ji gundê lê mêvan in biçin qada Newrozê. Li mala bi şev lê dimînin mamekî kal em pêşwazî kir. Me ew ji xew rakir, lewma em li ber xwe ketin. Hezkirina di çavên wî de, her tişt bi me da jibîrkirin. Dema di taştê de me dîtin ku ji herêmên din ên welêt mêvan hene, me fêm kirin ku mal bi mêvanan dagirtiye. Dema gerîlayan ew, dema wan jî gerîla dîtin, kêfxweş bûn.

Beriya niha bi salan çûyîna min a li Newrozeke Amedê anî bîra min. Bi dehan ciwan em li kamyonekê siwar bûbûn û diçûn qada Newrozê. Heyecana me hêjayî dîtinê bû... Niha jî ber bi qadeke din a Newrozê ve dimeşim. Li quntarê çiyayekî, wesayîtan her du aliyên rê girtine, her kes ketine ser rê û civakek ber bi Newrozê ve dimeşe. Her devera Kurdistanê bûbû Qendîl, Qendîl Kurdistan bû.

Dibêjên gerîla li ser asfaltê bi awayekî balkêş (ecêb) dimeşe... Birastî jî welê ye. Hem ji bo xwe ji vê meşa balkêş rizgar bikin hem jî ji bo xwe bigihînin dikê, em berê xwe didin şiverêyekê.

Li vê derê gerîlayeke din a hunermend me pêşwazî dike. Navê xwe Bermal. Ew ji min re dibêje Şehît Rustem Cûdî hez dikir li stranên hunermend Çopî guhdarî bike, ezê vê ji Çopî ya hatiye Newroza Qendîlê re bêjim. Dûre em bi hev re çûn cem û me jê re behsa Şehît Rustem kirin.

Piştî çend bûyerên di Newroza Qendîlê de bandor li min kir vebêjim, ezê derbasî rêwîtiya Zap û Zagrosê bibim. Hunermendên ji gelek parçeyên Kurdistanê hatin li Qendîlê ketin nava gel. Ji Rusyayê hunermendên Êzidî, hunermendên Soran, ji Ewropayê hunermend û Awazên Çiya... Ew cuda bûn, weke temsîlkarên gerîla ew li ser dikê bûn...

ÇEND KURTE NOT...

Gerîlayekî bi navê Zagros, dema li Qendîlê bi gel re diaxive, dayika xwe dibîne. Zagros dema dît ku dayika bi gotina 'kurê min kurê min' ew hembêz kir dayika wî rastiye, şoq bû...

Almanek derdikeve pêşiya min, di xebatên YXK'ê de cih digire. Me hev dan naskirin, navê wê Jînda ye... Ji çavên wê diyar e ku ji ber li Qendîlê ye gelekî kêfxweş e. Li ser Kurdistan û hunerê em sohbetê dikin bi jineke Alman re û bi Kurdî...

Dema derketina ser dikê ya Awazê Çiya hat, gerîla bi coşeke mezin xwedî li wan derket. Min ji xwe re got, bedewiya gerîla ji civakîbûna wê tê...

Dema bû nîvê şevê bi deh hezaran beşdaran hêdî hêdî Qendîl diterikandin. Gerîla jî mîna her carê li meskenê xwe man.

ÇAVREŞ Û CEREN

Du pezkovî, yek jê li Zapê ya din jî li Zagrosê... Ya ku heta niha herî zêde maye li cem gerîla, sê salan maye. Wê rojekê tevli jiyana xwe ya xwezayî bibin... Lê belê vê gavê bi gerîlayan re li çiyê digerin. Diyare ev yek zêde ne li dijî jiyana wan a xwezayî ye. Planên yên Zapê li ser Ceren heye, gerîlayên Zagrosê dibêjin em keça xwe nadin. Çavreş gelekî bi tevger e. Mîna ku xwe ji ser tehtan çeng dike, li ser pişa gerîlayan digere. Ceren sakîn e, li muzîkê guhdarî dike...

Li nêzî Çarçela û Govendê, Cîlo hinekî din dûr e, heta ku çavê mirovan bibîne her der çiyaye...Em ji Kunişka derbas bûn û hatin vê derê. Diyare Kunişka navê xwe ji malên ji kevirên qulqulî digire... Mîna çîroka welatekî neolîtîk...

Êvarê nûçeyeke xerab digihêje me li kampa gerîla, gerîlayekî pêl mayinê kiriye li devereke dûr, amadekarî tê kirin, wê ji rêyeke 4-5 saetan dûr bê anîn. Doktor amadekariyê dikin. Dibêjin jiyana xwe ne di xeteriyê de ye, lê belê canê her kesî dişewite. Bi meraq li bendê tê rawestîn. Dibêjin gerîlayên xwedî ezmûn hene li cem wî, lewma meraqan nekin. Piştî rojekê em dibihîzin ku rewşa gerîla baş e.

HILBIJARTIN

Newroz, Hefteya Lehengiyê, 27'ê Adarê Roja Şanogeran a Cîhanê, em tên dawiya Adarê. Ji hilbijartinan re rojek heye. Bi komeke gerîla re anketa hilbijartinê dikim. Li ser cihê ku werin qezençkirin... Encamên anketê ji bilî Riha û Çewlikê hemû rast derdikeve. Qezençkirina Dêrsimê bi dengekî bikin, her kesî kêfxweş dike. Nîqaşên li ser betalkirina hilbijartinan li Agirî, her kesî aciz dike...

Encamên hilbijartinê jî mîna dawiya her moralê bi govendê tê pîrozkirin.

HER YEKÎNEYEKE GERÎLA XWEDÎ HUNERMENDÊN XWEZAYÎ YE

Li gerîla xebatên hunerê yên amator û profesyonel di zikhev de tê meşandin. Li her devera Awazê Çiya û Şanoya Çiya derdikeve ser dikê, hunermendên din ên gerîla jî hene. Min behsa Evîn, Jînda û Bermal kiribû, di rêwîtiya me de yên din jî xwe gihandibûn me. Sîpan, dengbêj Rêzan, Tolhildan û yên din... Ciwanên bi rêbaza skêçê lîstikên komedî amade dikirin, hebûn. Mizgîn jî bi koma xwe re li ser dîroka jinê lîstikek amade kiribû, ne kêmî profesyonelan bû. Hîra û Qehreman dengên bedew ên Rojhilatî bûn. Dengê hevalê Hemze jî gelekî hat ecibandin. Kurd û Muzîk bi rastî jî mijareke divê were lêkolînkirin e. Rastiya Kurd, gerîla û muzîkê çawa hevdu temam dikirin. Yên ku beriya niha di rêze-fîlman de dilîstin derketine çiyê û dîta wan mirovan kêfxweş dike. Sara ya ku bi şopandina Delîla re hat çiyê jî gerîlayeke din e. Umut Turk ê ji Enqereyê hevalê dibistanê yê Şerzan Kurt e...

Gerîla û huner çiqasî li hev tên...

Dema min ji gerîla 'çand û huner' pirsî; ji min re gotin 'rêbaza jiyanê û têkiliya rêxistinî'. Jiyaneke komunal û xebateke kolektîf gelekî balê dikşîne.

Hûn jî dizanin, gerîla tê wateya şervan. Mîn dît ku ev şer di heman demê de şerekî çandê ye... Min li çiyê li şano temaşe kir, li muzîkê guhdarî kir, nêzî mehekê bi wan re geriyam û di şiverêyan de meşiyam. Li gorî wan ferdiyetî mirina huner û hunermend e...

Hunera gerîla Kurdî ye. Ne tenê ziman, jiyana wan bi xwe jî Kurdî ye. Çiyayî ye... Bi zimanekî ku bi salan hewl hat dayîn bêwate bê hiştin, li gel rêbazeke nû ya jiyanê berhemên hunerî tên afirandin. Muzîk, sînema, şano, helbest û wêje li van çiyan bi Kurdî tên kirin. Li her qadê bi KurdîbûyîNê re beşdarî gerdûniyê dibin. Ya aydî xwe diafirîne...

Hewran, Soran, Zaza, Kurmanc, Lorî, Kelhorî hene. Ereb, Tirkmen, Laz, Acem, Azerî, Fars û Alman hene. Li çiyê bi 2-3-4-5 zimanan tê axivîn.

Bi kurt û kurmancî ya ku min di nava mehekê de dît ev e; Ji bo min gerîla-hunermend mirovê kamil e. Kemal ewliyaye. Çav kaniyê ye. Ava jiyanê dide jî hunera wan e.


Bêjeyên Miftehî