1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Êlihê 15'ê sibatê hate şermezarkirin
Li Êlihê 15'ê sibatê hate şermezarkirin,li,êlihê,15,ê,sibatê,hate,şermezarkirin

Li Êlihê 15'ê sibatê hate şermezarkirin

A+ A-

Li Êlihê salvegera 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anîn Tirkiyeyê bi meşeke meşaleyî hate şermezarkirin. Her wiha ji bo Vîyan Soran jî bîranîn hate lidarxistin.

Bi munasebeta salvegera 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê li Mala Gel a Mehmet Sîncar ya Petrolkentê panelek hate lidarxistin. Di panelê de endamê Meclîsa BDP'ê Prz. Dundar Çagan û Hevserokê BDP'a Êlihê Şehmus Aslan wekî panelîst amde bûn. Di panelêde Endamê Meclîsa BDP'ê Prz. Dundar Çagan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji aliyê dewletên navneteweyî ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha got: "Dewletên navneteweyî xwestin di şexsê Ocalan de gelê kurd tune bikin. Ev komploylek navneteweyî bû û hêj didome. Ger ku şert û mercên Ocalan baş bibin, dê gelê kurd jî bêtir nêzîkî azadiyê bibe."

Hevserokê BDP'a Êlihê Şehmus Aslan jî anî ziman ku gelê kurd gelekî pir bi kok û hêz e û welatên serdest dixwaze vê hêza gelê kurt tune û perçe bike. Aslan, da zanîn ku gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bi rûmet ev hewldana welatên serdest têk biriye. Aslan, da zanîn ku Ocalan vîna gelê kurd a sîyasî ye û ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe.

Piştî panelê girseya beşdarî panelê bû bi armanca 15'ê Sibatê şermhezar bike meşek bi meşaleyî pêk anî. Girsê di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" "Ocalan", "Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya şer û şatiyê ye" "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.

Li aliyê din dîsa ji bo Leyla Weli Huseynî (Viyan Soran) a PKK'î ku di sala 2005'an de bedena xwe da ber agir jî bernameya bibîranînê hate lidarxistin. Li salonê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Viyan Soran hatin darvekirin. Her wiha dîsa pankartên "Viyan bi agirê xwe tarî ronî kir, Bi agirê xwe bêwarî şewitand, bi agirê xwe, bêwarî şewitand û bi agirê xwe ruhê azatiya jinê afirand" vekirin. Bîranîn, piştî sînevîzyonê bi dawî bû.

DÎHA (mae)