1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li êlihê esnafan beriya mîtingê dikan venekir
Li êlihê esnafan beriya mîtingê dikan venekir,li,êlihê,esnafan,beriya,mîtingê,dikan,venekir

Li êlihê esnafan beriya mîtingê dikan venekir

A+ A-

Li Êlihê beriya mîtînga ku îro ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê pêk bê esnafan dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya endamên PKK'ê û PAJK'ê ku ji 12'ê Îlonê de dest pê kirine, dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş li ber Nexweşxaneya Farabî mîtîngê pêk bîne. Beriya mîtînga ku îro pêk bê, esnafan dikan venekirin û neçûn ser kar. Ji niha de li qada mîtîngê pankartên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya çalakgeran hatin vekirin. Li qada mîtingê pankartên "Daxawzên me azadî, ewlehî û tenduristiye", "Em têkoşîna li zindanan ji bo çareseriyê bilind dibe slav dikin" û "An azadi an azadi" bilind kir.

(mae)