Li Êlihê sersala nû hat pîroz kirin
09:47 14.01.2014 1 / 7 ÊLIH (DÎHA) - Navenda Çanda Biharê ya Êlihê sersala nû 13'ê Çileya 2014 bi coşeke mezin pîroz kir. Sersala nû bi lîstikên kevneşopiyên ku di nava civaka kurdan de hat pêşandan.
Navenda Çenda Biharê ya Êlihê bi minasebeta sersalê 13'ê Çileya 2014, bernameya sersalê bi coşeke mezin pîroz kir. Pîrozbahî ya sala nû li Navenda Çanda Baharê hat lidarxistin. Di bernameya pîrozbehiyê de Namzetên Hevşaredaren Êlihê Sebri Ozdemir, Gulistan Akel, rêxistina BDP'ê ya Êlihê, Serokê Odeya Esnaf û Sanatkaran Hadî Bogadir, Însiyatifa Dayikên Aşitîyê, endamên BUO-DER'ê û gelek kes amade bûn. Bername bi deqeyek ji bo hunermendên ku di riya şoreşê de jiyana xwe ji dest dabûn bi rêzgirkinê dest pê kir. Endamê Navenda Çanda Bihar Abdullah Tarhan li ser taybetiya sala nû axaftinek kir. Tarhan, diyar kir ku di nava gelê kurd de pîrozbahiya sersalê wek kevneşopiyek e û xwest sala nû bibe wesileya aşîtî û biratiyê. Piştî axavtinê hunermendên Navenda Çanda Biharê derketin ser dikê û mêvan coşandin. Endamên Çandê bi listikên ku bi salane nava kurdan de wek kevneşopî tên lêstin hatin pêşkeşkirin. Di bername de helbestvan Ciwan Deger bi helbestên xwe mêvanan mest kir.
Bername bi lîstikên şanoyan û stranan heya derengiya şevê berdewam kir.
(ho/mae)
