1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Êlihê zêdeyî 40 kesî hatin binçavkirin
Li Êlihê zêdeyî 40 kesî hatin binçavkirin,li,êlihê,zêdeyî,40,kesî,hatin,binçavkirin

Li Êlihê zêdeyî 40 kesî hatin binçavkirin

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê di operasyona bi navê "KCK'ê" de zêdehî 40 kesan hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Selîm Aratemur û Nûçegihana DÎHA'yê Gulsen Aslan jî hene. Waliyê Êlihê jî daxuyanî da û kesên hatin binçavkirin wekî sûcdar îlan kir.

Li 7 bajaran di çarçoveya lêpirsîna li Êlihê tê meşandin de, bi navê "KCK'ê" operasyon hate lidarxistin. Operasyon, bi fermana Serdozgeriya Komarê yê Amedê pêk hat. Di çarçoveya operasyonê de yekîneyên polîsan bi ser Rêxistina BDP'ê ya bajar û navçeya navendî, buroya Rojnameya Azadiya Welat, Egîtîm Sen, MEYADER, Komelaya Oldarên Êlihê (DAD), Navenda Çandê ya Biharê û gelek malan de girt. Operasyan, bi îdîaya "Di nava xebatên Melîsa Bajar a KCK'ê de cih girtine" li dijî sazî û malan pêk hat. Li mal û saziyan bi seatan lêgerîn berdewam kir. Di lêgerînan de gelek hard dîsk, kast, CD û belgeyên fermî hatin destserkirin. Ji ber ku biryara veşarî heye tu agahî nedan parêzer û rayedarên saziyan. Tê gotin operasyon berdevam dike.

Wekîlê Şaredarê Êlihê binçav kirin

Heya niha di nav de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Selîm Aratemur û Nûçegihana DÎHA'yê Gulsen Aslan jî hene zêdehî 40 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Hate zanîn ku xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Şafak Çelenk di çarçoveya lêpirsînê de li Bursayê hate binçavkirin û anîn Êlihê.

Kesên hatin binçavknirin û navê wan diyar bû wiha ne: Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Wekîlê Serokê Rêxistina Êlihê Selîm Aratemur, Nûçegihana DÎHA'yê ya Êlihê Gulsen Aslan, Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Veysî Geyîk, rêveberên BDP'ê Ahmet Ozer, Ahmet Îvrendî, endamên BDP'ê Ahmet Aydin, Şerîf Çakar, Ebedîn Satici, Ahmet Çîfçî, Faraç Salman, Suleyman Kaya, Cahît Kaya, Hakîm Sîncar, Zeynel Abîdîn Çelîk, Xebatkara SELÎS'ê Taybet Şenses, Serokê MEYADER'ê Yaşar Kurt, Serokê Komeleya Oldaran (DAD) Îzzettîn Ege, Rêveberê DAD'ê Ahmet Turelî, Nûnerê Tum-Bel Sen'ê Muzzafer Çinar û rêveber Alî Saripinar, Serokê Genel-Îş'ê yê berê yê Êlihê Halîs Yakut, rêveberên Egîtîm Sen'ê Metîn Nas û Onur Kunteş, endamên Egîtîm Sen'ê Devran Moray, M. Saît Îmret û Ercan Astan, hunermedên Navedanda Çandê ya Biharê Adîl Aslan û Mahfuz Arslan, Taybet Kizmaz û Hamît Can.

Waliyê Êlihê kesên hatin binçavkirin sûcdar îlan kir

Waliyê Êlihê têkildarî operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku di 41 kesên hatin binçavkirin. Walî wiha got: "Li bajarê me çalakî hatin lidaristin, li tax û bajar komîte avakirin û biryara çalakiyan girtin, civînên rêxistinê li darxistin û tevlî meşên dijzagonî bûn, bi riya gef û zextan dikanên esnafan girtin."

Rêxistinên sivîl ên civakî yên Êlihê dê bi armanca şermezarkirina operasyonê li ber avahiya BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

(ft/mae)